Malbatên Şehîdan: Civaka Navdewletî ji siyasetên dagirkeriya Tirkiyê re berpirsyar e

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê gotin, civaka navdewletî ji binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê re berpirsyar e û destnîşan kirin ku artêşa Tirk a dagirker hewl dide kiryarên li Efrînê pêk tîne li rojhilatê Firatê dûbare bike.

Malbatên Şehîdan: Civaka Navdewletî ji siyasetên dagirkeriya Tirkiyê re berpirsyar e
8 mijdar, 2018   16:10

HELEB

Bi dehan malbatên şehîdan li ber avahiya meclisê kom bûn û daxuyanî ji raya giştî re dan. Daxuyanî ji hêla endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Xelîl Mihemed ve hate xwendin.

Mihemed destpêkê biryara DYA‘yê ya di derbarê pêşengên Tevgera azadiya Kurdistanê şermezar û wekî tîfaqekê bi terorê bi nav kir ku armanca xwe têkbirîna projeya Netewa Demookratîk..

Xelîl Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk siyasetên xwe dijberî gelê Sûriyê didomîne û hewl dide senaryoya Efrînê li Minbic û rojhilatê Firatê dûbare bike. Ji ber wê di nav bêdengiya navdewletî de gundên herêmê topbaran dikin.

Xelîl Mihemed destnîşan kir ku zêdbûna terora dewletan li dijî gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistan hemû pîvanên navdewletî û hiqûqa mafê mirovan binpê dike.

Her wiha diyar kir ku dewletên komploger di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku tecrîdeke girankirî li dijî wî li Îmralî hatiye ferizkirin nasnameya gelê Kurd dike hedef û anî ziman ku tecîrd û qedexekirina hevdîtinan Ocalan bi gel û parêzeran re qanûnên mirovî û exlaqî binpê dike.

Daxuyanî bi şermezarkirina siyasetên Tirkiyê bi dawî bû û hate gotin ku divê civaka navdewletî bi berpirsyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî rabin û dewletên sûcdar muhesebe bikin.

(şx)

ANHA