Meclisa Rêveber civîna xwe ya asayî ya yekemîn lidar xist

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî destpêkirina xebatên desteyan civîna xwe ya asayî ya yekemîn xwe li dar xist. Di civînê de şêwaza meşandina kar hate nîqaşkirin.

Meclisa Rêveber civîna xwe ya asayî ya yekemîn lidar xist
8 mijdar, 2018   16:45

GIRÊ SPÎ

Civîn bi tevlêbûna hevserokên Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid û Ebid El-Mihbaş û hevserokên her 10 desteyên rêveberiyê li hola civînan a MSD'ê li dar ket.

Di destpêka civînê de beşdaran geşedanên siyasî û leşkerî yên dawî ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin bi taybet êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê û sivîlan li Kobanê, Girê Spî û Serêkaniyê nîqaş kirin.

Her wiha beşdaran rola desteyan a xizmeta welatiyan destnîşan kirin.

Piştre her desteyek xebatên xwe nirxandin û pirsgirêkên ku rastî wan vegotin.

Di dawiya civînê de roja pêncşemê weke roja lidarxistina civînên asayî her heftê carekê hate diyarkirin.

(şx)

ANHA