Di teqîna mayinekê de 5 sivîlên Efrînê jiyana xwe ji dest da

Mayineke ku artêşa Tirk a dagirker çandibû bi malbateke Efrînê de teqiya û di encamê de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest da. Bi sedan girtiyên di zindanên dagirkeriya Tirk a li bajarê Efrînê de ji ber danûstandina xirab bi wan re nerazîbûna xwe nîşan da û diyar kir ku ew nizanin ji ber çi hatine girtin û tawanbariya wan çi ye.

Di teqîna mayinekê de 5 sivîlên Efrînê jiyana xwe ji dest da
8 mijdar, 2018   12:35

EFRÎN

Destdirêjiya leşkerên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ji dema dagirkirina wan a herêma Efrînê ve der heqê welatiyên kantona Efrînê de zêde dibe. Li hemberî van destdirêjiyan jî rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û civaka navneteweyî û herêmî bêdengiya xwe didomînni. Ev destdirêjiyên dagirkeriya Tirkiyeyê hemû pîvan û qanûnên navneteweyî yên girêdayî mafên mirovan derbas kiriye.

Çavkaniyekî ji bajarê Efrînê ji ajansa me ANHA'yê re ragihand ku artêşa Tirk heta niha herî hindik 2 hezar û 500 welatiyên sivîl girtine û herî dawî mixtarê gundê Hêkiçê yê girêdayî navçeya Şiyê Zekî Ebdo girt û hilberîna wê ya zeytûnan jî talan kirin û ji xizmên wî 4 hezar dolar xwestin da ku serbest were berdan. Her wiha serokê Komîteya Olî yê berê li navçeya Cindirêsê Şêx Mistefa Hec Ebdo girtin. Çavkanî da zanîn ku çarenûsa 850 welatiyên sivîl heta niha ne diyar e.

Di hundirê zindana bajarê Efrînê de çalakiya nerazîbûnê

Çavkaniyên herêmî ji hundirê bajarê Efrînê ragihand ku girtiyên di zindana avahiya dadgeha navendî ya bajêr de çalakiyeke nerazîbûnê li dar xist û hin girtiyan ji ber danûstandina nebaş bi wan re hewl da xwe bikujin. Nemaze sedema girtin û tawanbariyên xwe nizanin.

Çavkaniyekî din da zanîn ku di encama teqîna mayinekê li navçeya Bilbilê de ku artêşa Tirk û çeteyên wê çandibû, 5 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da û navên du kesan ji wan hatin nasîn; Îsmaîl Îbiş Îsmaîl û Hemze Îbiş Îsmaîl. Navên her sê kesên din nehatin nasîn.

ANHA