Li Ezazê 2 teqîn pêk hatin

Îro di saetên nîvro de li bajarê Ezaz ê bakurê Sûriyeyê li pey hev du teqîn çêbûn. Di encama teqînan de sivîl birîndar bûn.

Li Ezazê 2 teqîn pêk hatin
8 mijdar, 2018   13:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Ezaz ê Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin, beriya çend saetan du teqînan rû da. Li gorî agahiyan sivîlên birîndar hene.

Çavkaniyan diyar kir ku teqîna yekemîn li Çerxerêya Seco pêk hatiye. Teqîn ji ber bombeyeke ku di otubusekê de hatibû bicihkirin, pêk hat. Di encama wê de 6 sivîl birîndar bûn û zirarên madî çêbûn. Hate zanîn ku di teqîna duyemîn de tu zirar çênebûne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku teqînên bi vî awayî li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de bûne tiştekî normal, ji ber ku rewşa ewlehiyê li wan herêman tevlihev e. Ji ber vê sedemê jî gelek caran di navbera komên çete de şer derdikeve.

(bx)

ANHA