Li Reqayê amadekariyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan

Endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Reqayê Zelîxa Ebdî destnîşan kir ku ew ê bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi hemleyek berfireh rabin. Ji ber ku herî zêde jinên Reqayê zirar di encama çewisandina rola jinan ji hêla DAIŞ'ê ve dîtine.

Li Reqayê amadekariyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan
8 mijdar, 2018   08:03

EMÎNE EL-ELÎ / REQA

Roja 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna ya li dijî Tundiya li ser Jinan e. Li bajarê Reqayê piştî rizgarkirinê ev cara yekê ye ku dê çalakî bi vê boneyê werin orgenîzekirin. Têkildarî mijarê ajansa me hevpeyvînek bi endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Reqayê Zelîxa Ebdî re çêkir. Zelîxa Ebdî destnîşan kir ku hemleya wan berfireh e û dê gelek çalakî pêk werin.

Di arçoveya amadekariyên çalakiyên ku bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de dê werin organîzekirin, Zelîxa Ebdî wiha got: "Bi rêya lidarxistina semîner û panelan di nav saziyên bajêr de em ê tundiya ku li dijî jinan pêk hatiye, pênase bikin û tundiyê şîrove bikin."

Her wiha Zelîxa diyar kir ku ji bo vê rojê bernameyeke dagirtî amade dikin. Tê de panel û semîner têkildarî pênasekirina tundiyê dê werin lidarxistin û balavok dê werin belavkirin û wiha domand: "Di 25'ê Mijdarê de em ê meşekî mezin li dar bixin."

Di dawiyê de Zelîxa ev tişt anîn ziman: "Ji bingeha felsefeya neteweya demokratîk a ku banga azadiya jinan û lîstina rola wê ya pêşeng di civakê de dike, em ê stûna bingehîn ji jiyana jinên Reqayê re deynin. Ji ber ku jinên Reqayê ji zilma DAIŞ'ê gelek azar kişandiye."

(şx)

ANHA