Êzidiyên Efrînê komeleya Êzidiyan ji nû ve vekir 

Êzidiyên Efrînê bi mebesta ku rê û resmên xwe yê olî pêk bînin û tekezî li ser têkçûyîna planên hêzên dagirker ên li dijî çand û baweriya wan bikin Komeleya Êzidiyan a Efrînê li navçeya Til Rifetê ji nû ve vedike. Jinên Êzidî dibêjin dê li hemberî dagirkeran bisekinin heya Efrîn rizgar bikin

Êzidiyên Efrînê komeleya Êzidiyan ji nû ve vekir 
Êzidiyên Efrînê komeleya Êzidiyan ji nû ve vekir 
Êzidiyên Efrînê komeleya Êzidiyan ji nû ve vekir 
Êzidiyên Efrînê komeleya Êzidiyan ji nû ve vekir 
Êzidiyên Efrînê komeleya Êzidiyan ji nû ve vekir 
Êzidiyên Efrînê komeleya Êzidiyan ji nû ve vekir 
Êzidiyên Efrînê komeleya Êzidiyan ji nû ve vekir 
Êzidiyên Efrînê komeleya Êzidiyan ji nû ve vekir 
Êzidiyên Efrînê komeleya Êzidiyan ji nû ve vekir 
8 mijdar, 2018   07:39

CAFER CAFO / ŞEHBA

Kantona Efrînê bi hezaran Êzidî hembêz dikir. Piraniya Êzidiyan li gundên Qestel Cindo, Baflîn, Qetmê, Sînka, Kefercenê, Qîbar, Tirindê, Burcebdalo, Burcheyder, Basûfan, Beîya, Aska û navenda herêma Cindirêsê de dijîn. Li gundewarên Efrînê gelek pîrozgehên Êzidiyan hene.

Êzidiyên herêmê piştî bidawîbûna hikmê rêjîma Baas li kantona Efrînê, ango bi pêvajoya Şoreşa Rojava re dikarîn bi serbestî rê û resmên xwe yên olî pêk bînin û minasebatên xwe pîroz bikin.

Bi destpêka êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî kantona Efrînê, di nav de gundên Êzidiyan bi awayekî hovane hatin hedefgirtin, her wiha rastî dizî, talankirin, xirabkirina pîrozgehan hatin. Di heman demê de bi sedan Êzidî hatin revandin û çarenûsa gelekan nayê naskirin.

Êzidiyên Efrînê ku ji ber hovîtiya dagirkeran li Şehbayê bi cih bûne bi mebesta ku rê û resmên xwe yên olî pêk bînin 3‘yê Mijdarê Komeleya Êzidiyên Efrînê ji nû ve li navçeya Til Rifet vekir. Komeleyê dikarî civaka Êzidî di bin banê komeleyê de dîsa kom bike.

Êzidiyên Efrînê perwerdeyên xwe yên fikrî girêdayî çanda Êzidiyan li vê komeleyê dibîni, her wiha nêrîn û pêşniyaran jî der barê rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran û piştgiriya malbatên Êzidî parve dikin.

Endama komeleyê Fula Şakiro têkildarî mijarê dibêje: "Fikra jinûvevekirina navendeke taybet ji bo Êzidiyan ve di serî de ji bo têkbirina plan û komployên dijminên Tirk ên li ser gelê Êzidî ye. Ji ber ku hêzên dagirker dibînin ku derxistina şêniyan bi zorê û rûxandina mezaran û reşkirina baweriya Êzidiyan dawiya Êzidiyan e. Lewre vekirina vê navendê israr û berxwedana gelê Êzidî û girêdana wan bi çand û baweriya xwe diyar dike."

Ji aliyê xwe ve dayika bi navê Hanan Nesro wekî gelê Êzidî di nava şert û mecên zehmet de ev navend vekirine û diyar kir ku ew bi hemû keda xwe destekê bibin malbatên Êzidî û hevjînên şehîdan.

Henan Nesro di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê li Şehbayê bidomînin heta Efrînê rizgar bikin.

ANHA