li Reqayê 3 hezar mamoste perwerdeyê didin

Piştî derbasbûna zêdetirî salekê ji rizgarkirina bajarê Reqayê jinan di warê perwerdeyê de gavên girîng avêtin. Hejmara mamosteyên jin li bajêr gihaştin 3 hezaran.

li Reqayê 3 hezar mamoste perwerdeyê didin
8 mijdar, 2018   08:16

RUBA EL-ELÎ / REQA

Çeteyên DAIŞ'ê dema bajarê Reqayê dagir kiribû, rola jinan di hemû waran de çewisandibû. Jin ji bicihanîna rola xwe di warê perwerdeyê de bê par hiştibûn.

Piştî derbasbûna zêdetirî salekê ji rizgarkirina bajêr ji aliyê QSD'ê ve ji çeteyên DAIŞ'ê, jinan dest bi bicihanîna rola xwe di avakirina civakê de kir û tev li hemû warên jiyanê bûn.

Di vê çarçoveyê de Buroya Jinan a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê mamosteyên jin amade kirin û li ser dibistanan belav kirin. Her wiha ji bo ku jin xwe ji nû ve bi rêxistin bikin piştî ew qas zilm û zorê, buroyê dewreyên perwerdeyê ji mamosteyên jin re vekirin.

Têkildarî mijarê endama Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê Nehla El-Salim ji ajansa me re axivî û wiha got: "Piştî derbasbûna salekê ji rizgarkirina bajêr, vekirina dibistanan ji bo pêşwazîkirina xwendekaran, me gelek zehmetî di tevlêkirina xwendekarên keç ji dibistanan di encama fikra tundrew de ku DAIŞ'ê li Reqayê belav kiribû, kişand."

Nehla wiha domand: "Piştî vekirina dewreyên perwerdeyê ji jinan re û xurtkirina têkiliyan di navbera xwendekar û mamosteyan de, me ew astengî derbas kirin. Niha hejmara mamosteyên jin li dibistanên Reqayê 3 hezar e."

Di berdewama gotinên xwe de Nehla wiha pê de çû: "Ji ber zîhniyeta mêrdestiyê me zehmetî bi xwendekarên keç re jî kişand. Lê piştî danûstandinan bi wan û malbatên re me pirsgirêkên wan çareser kirin."

Ji aliyê xwe ve endamê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Hîba El-Xelef destnîşan kir ku dema serweriya çeteyên DAIŞ'ê li bajêr, perwerde di çarçoveya fêrkirina Quran û ola îslamê de bi awayekî tundrew di mizgeftan de ma.  Hîba El-Xelef di dawiyê de wiha got: "Ji bo gihandina civakeke bi exlaq û azad li ser bingeha azadiya jinan, em ê ked û xebatên xwe bidomînin."

(şx)

ANHA