Pêkhateyên Dêrikê êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin

Pêkhateyên bajarê Dêrikê êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Pêkhateyên Dêrikê êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin
8 mijdar, 2018   07:35

NEJBÎR OSMAN – ÎSAM ABDULLAH / QAMIŞLO

Êrîşên dawîn ên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê rastî nerazîbûnên hemû pêkhateyên herêmê hatin. Nûnerên pêkhateyên herêma Dêrikê bi daxuyaniyan bi rêya ajansa me êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê şermezar kirin.

Fewaz El-Bazo yek ji rûspiyê êla El-Şerabîn e û endamê Meclisa Êlan û Rûspiyan a Dêrikê ye. El-Bazo got destwerdana dagirkeriya Tirk a tund di karûbarên hundirîn ên Sûriyeyê de, bû sedema dirêjkirina temenê aloziya Sûriyeyê û yek ji astengiyên çareseriyê yên Sûriyeyê ye.

El-Bazo diyar kir ku hebûna dagirkeriya Tirk li Idlibê, dagirkirina Efrînê û topbarankirina Kobanê, Girê Spî û herêmên li ser sînor ew bi xwe binpêkirinek û mudaxeleyeke tund e û wiha domand: "Em wek gelê Sûriyeyê van binpêkirinan şermezar dikin û bi yekrêzî li hemberî destwerdana Tirk disekinin."

Di berdewama gotinên xwe de El-Bazo destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk tu cudahiyê naxe navbera pêkhateyên Sûriyeyê û wiha got: "Mebesta Tirkiyeyê fitneyê di navbera gelên herêmê de derxe. Ji ber wê em li dijî destwerdana Tirk di karûbarên Sûriyeyê de û bi taybet dagirkirina herêmên mîna Efrîn û Idlibê ne."

El-Bazo bang li gelê Sûriyeyê kir ku xetereya dewleta Tirk tê bigihîjin û refên xwe li hemberî van êrîşên hovane û tund bikin yek û wiha got: "Em pêkhateyên Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk ên hovane ne."

Ji aliyê xwe ve Mîro Ebid El-Mutelêb ê ji şêniyên bajarê Dêrikê ye,Tirkiye wek dewleteke dagirker û alîgirê terorê bi nav kir û destnîşan kir ku êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê ne qanûnî ye.

Mîro Ebid diyar kir ku civaka navdewletî berpirsa sûcên dagirkeriya Tirk der heqê herêmên ewle û sivîlan de ye û wiha pê de çû: "Divê hemû gel û pêkhateyên herêmê xwe bikin yek û li dijî êrîşên artêşa tirk a dagirker û hemû komên terorê bisekinin."

Mîro Ebid wiha domand: "Divê em şerê dagirkeriya Tirk bikin. Ji ber ku ew sedema sereke ya tevlihevkirina ewlehî û aramiya herêmê ye. Tirkiye piştgiriya komên terorîst dike û di talankirina sivîlan û êrîşan de bi kar tîne."

Di dawiyê de Mîro Ebid bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku di vê qonaxa dijwar de ku herêm tê re derbas dibe, xwe bikin yek.

(şx)

ANHA