Sibê duyemîn Kongreya Ciwanên Rojava li dar dikeve

Bi dirûşmeya 'Bi têkoşîna ciwanên şoreşger em ê Sûriyeyeke azad ava bikin' ciwanên Rojava roja înê kongreya xwe ya duyemîn dê li dar bixin.

Sibê duyemîn Kongreya Ciwanên Rojava li dar dikeve
8 mijdar, 2018   07:32

QAMIŞLO

Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) bi armanca berfirehkirina sazûmaniya rêxistinî ya yekitiyê li ser asta bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên lidarxistina kongreya xwe ya duyemîn dike.

Li gorî komîteya amadekar, kongre hewl dide ciwanên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî qonaxa ku herêm tê re derbas dibe, bike yek û rola ciwanan di qonaxa avakirina Sûriyeyeke demokratîk de xurt bike.

Delegeyên ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Têkildarî mijarê endamê komîteya amadekar a kongreya duyemîn a YCR’ê Akif Mistefa tekez kir ku delegeyên hemû bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê beşdarî kongreyê bibin. Derdora 5 hezar ciwan dê tev li çalakiyên roja destpêkê ya kongreyê bibin û dê 550 delegeyên kanton û rêveberiyên sivîl li Bakur û Roijhilatê Sûriyeyê û nûnerên gelek yekitiyên ciwanan ji hemû pêkhateyên herêmê beşdarî xebatên kongreyê bibin.

Di nav çalakiyên roja vekirinê de dê gelek axaftin ji aliyê şandeyên beşdar ve bên kirin û meşeke ciwanan li navçeya Girkê Legê bê orgenîzekirin. Di roja duyemîn de dê xebatên kongreyê bên nirxandin.

Guhertina rêzikname û navê yekitiyê di nav xebatên kongreyê de ye

Endamê komîteya amadekar a kongreyê Akif Mistefa destnîşan kir ku di xebatên roja duyemîn a kongeryê de rêziknameya yekitiyê dê were xwendin û tê payîn guhertinên girîng tê de pêk werin li gorî qonaxa ku herêm tê re derbas dibe û her wiha dê mekanîzmayeke nû ji xebatê re bê dayîn.

Her wiha Akif Mistefa diyar kir ku li gorî guhertinên ku tê payîn bên kirin, dê navê yekitiyê bê guhertin da ku bibe yekitiyeke giştî ji hemû yekitiyên ciwanên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û her wiha tê payîn kongre mecliseke nû ji 35 endaman hilbijêre.

(şx)

ANHA