Li Efrînê di navbera çeteyan de şer bi dijwarî rû dide

Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li ser parvekirina mal û milkên sivîlan şer kirin. Tê gotin ku di şer de 14 çete ji kuştî û birîndaran hene.

Li Efrînê di navbera çeteyan de şer bi dijwarî rû dide
7 mijdar, 2018   18:21

EFRÎN

Şerê di navbera çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de ku ji beriya du rojan li ser parvekirina mal û milkên welatiyan rû daye dijwartir bûye.

Li gorî çavkaniyên herêmî, şer li ser rêya gundê Emara yê navçeya Mabata û gundê Coqa yê navenda bajarê Efrînê, her wiha rêya Qestel Cindo yê Şerayê diqewime. Di encamê de 14 çete ji kuştî û birîndar hene.

Şer hê jî berdewam e, di heman demê de rewşa ewlehî li kantonê tevlihev e.