Artêşa Tirk a dagirker cardin êrîşî gundê Sûsikê yê li Girê Spî kir

Artêşa  Tirk a dagirker êrîşî gundê Sûsikê yê li rojavayê Girê Spî kir.

Artêşa Tirk a dagirker cardin êrîşî gundê Sûsikê yê li Girê Spî kir
7 mijdar, 2018   17:11

GIRÊ SPÎ

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, artêşa Tirk a dagirker saet di 18:30‘an  de bi guleyan êrîş bir ser gundê Sûsikê yê li aliyê rojava yê Girê Spî ye.

Têkildarî ziyanan ti agahî nehatin bidestxistin.

Leşkerên artêaş Tirk a dagirker 1‘ê Mijdarê êrîşî gundê Til Finderê yê Girê Spî kirin di encamê de zaroka 6 salî Sara Mistefa şehîd bû, Her wiha taxa El-Minbetih jî kir hedef, nûçegihanên ajansa me Gulîstan Mihemed û Îbrahîm Ehmed birîndar bûn.

ANHA