Şaredariyên Tirbespiyê êrîşên li ser Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin

Şaredariyên navçeya Tirbespiyê êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên sînorê Bakurê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke hevpar şermezar kirin.

Şaredariyên Tirbespiyê êrîşên li ser Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin
7 mijdar, 2018   14:01

QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker rojane herêmên li ser sînorê bakurê Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê dike hedef. 6’ê Mijdarê jî êrîşî gundewarên navçeya Tirbesiyê kir. Şaredariyên navçeya Tirbespiyê bi daxuyaniyekê êrîşên artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Şaredariya Tirbespiyê Nesîm Mûrad ve li pêşiya şaredariyê hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku artêşa Tirk a dagirker êrîşî gelên Bakurê Sûriyeyê dike, sivîlên li ser sînor dike hedef, herî dawî jî zaroka bi navê Sara Mistefa (6) şehîd xist û rojane êrîşî gundewarên navçeya Tirbespiyê dike.

Şaredariyên navçeya Tirbespiyê di daxuyaniya xwe de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên nemirovî li ser Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin û tekez kir ku ew ê heta dawiyê destekê bidin şervanan û wê li dijî êrîşên li ser herêmê li ber xwe bidin.

(bx)

ANHA