Sersaxiya şehîd Serdar Tolhildan li Kobanê pêk hat

Walatiyên bajarê Kobanê sersaxî ji malbatê şehîd Mahir Îbî (Serdar Tolhildan) re xwest ku di encama qezayekê de li Girkê Legê şehîd bûbû.

Sersaxiya şehîd Serdar Tolhildan li Kobanê pêk hat
Sersaxiya şehîd Serdar Tolhildan li Kobanê pêk hat
Sersaxiya şehîd Serdar Tolhildan li Kobanê pêk hat
Sersaxiya şehîd Serdar Tolhildan li Kobanê pêk hat
Sersaxiya şehîd Serdar Tolhildan li Kobanê pêk hat
7 mijdar, 2018   12:59

KOBANÊ

Bi sedan welatiyên bajarê Kobanê, endamên YPG û YPJ’ê û rêveberiyên saziyên sivîl sersaxî ji malbata şehîd Mahîr Îbî (Serdar Tolhildan) re xwest ku di encama qezayekê de li navçeya Girkê Legê a herêmê Cizîrê şehîd bûbû. Konê sersaxiyê li gundê Mûxarajê hate vedan.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê  Enwer Mislim axivî û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û wiha anî ziman: “Em wek gelê Kobanê taybetmendiya me ew e ku em ji bo hev fedayî ne, dema ku em tên gel hev, dilsariya ku dijmin kiriye dilê me namîne. Beriya 4 salan em koçber bûn lê têkoşîna şervanên me hişt ku em vegerin malên xwe.”

Mislim di berdewama axaftina xwe de wiha pê de çû: “Piştî 4 salan dewleta Tirk gefan li Bakurê Sûriyeyê  û herêma Firat dixwe, ji bo ku gelê me bê moral bike. Lê divê em li hemberî van êrîşan bi qasî xwe bin, dewleta Tirk bi her awayî dixwaze me bê moral bike, lê em tu carî dev ji axa xwe bernadin. Eger mirinek heye bila mirineke birûmet be û me bi sedan sal li ber xwe da û em ê li ber xwe bidin.”

Her wiha li ser navê malbata şehîd Mistefa Hebîb jî di merasîmê de axaftinek kir û wiha got: “Şehîd ê Kurdistanê ye û em bi saya xwîna wan îro li ser vê axê ne. Dewleta Tirk dixwaze me bitirsîne lê em ê li rex hev li dijî dijmin şer bikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku heta wan saetan jî şênî berê xwe didin konê sersaxiyê.

(hk)

ANHA