ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07.11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07.11.2018
7 mijdar, 2018   05:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Tevgera Civaka Demokratîk bi armanca avakirina komîteya endizyaran a bajarê Hesekê û çareserkirina pirsgirêkên wan  civînekê ji endizyaran li avahiya TEV-DEM‘ê ya taxa Til Hecer li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji fermandarên QSD‘ê Hisên Şayîtî têkildarê êrîşên artêşa Tirk a daigrker ên li ser herêmên Bakurê Sûriyê anî ziman ku Tirkiyê bi van êrîşan destekê dide DAIŞ‘ê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê diyar kirin ku ew ê li hemberî hemû astengiyan bisekinin û destnîşan kirin ku armanca wan sereke rizgarkirina Efrîn ji dagirkeran e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mihemed Naso dibêje, pêşbiniyê Ocalan li ser erdê pêk tên û destnîşan kir ku Ocalan banga "Divê em dijminê xwe nas bikin da ku xwe û xaka xwe rizgar bikin" dikir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hejmarek ji serokeşîrên Reqayê anîn ziman ku kuştina Şêx El-Hiwêdî bi armanca derxistina tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de ye û banga têkoşîna avakirina Sûriya pêşerojê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Telal Mihemed destnîşan kir ku êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandorê li aboriya Tirkiyeyê dikin û wiha got: “Heke êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên rizgarkirî dewam bikin, aborî û qeyrana civakî di nava Tirkiyeyê de dê zêdetir bibe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Şehbayê li navçeya Kefernaya dewreya duyemîn a hemşîretiyê vedike, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên bajar û gundewarên Reqayê debara xwe ya jiyanî bi çandiyê bi cih tînin û wekî girêdana bi axê ve destnîşan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Şêwekar û peykersaz ê ji Reqayê bi berhemên xwe şerê komên çete dike, gelek berhemên wî hatin dizîn û şewitandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Di encama barana du rojên derbasbûyî de çandirên koçberan li gundewarên Hesekê tijî av bûn, li gel şert û mercên zehmet rêxistinên alîkariyê vê rewşê li ber çavan nagirin. Li aliyekî din derfetên Rêveberiya Xweser têrê nakê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Xizmetguzarî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê li gundewarên rojhilat û rojavayê  gelek proje pêk anîne û bi nêzîbûna zivistanî re xebatên xwe zêdetir kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

 

ANHA