Serokeşîrên Reqayê: Armanca kuştina El-Hiwêdi tevliheviye

Hin serokeşîrên bajarê Reqayê têkildarî kuştina yek ji serokeşîreyên El-Afadîla, Beşîr Feysel El-Hiwêdî diyar kirin ku kuştina El-Hiwêdî bi armanca derxistina tevliheviyê pêk hat.

Serokeşîrên Reqayê: Armanca kuştina El-Hiwêdi tevliheviye
7 mijdar, 2018   05:20

EMAR EL-XELEF –HEMED EL-MUSTEFA / REQA

Serokeşîrê El-Cabat Ehmed El-Nasir sersaxî ji malbata Feysel el-Hiwêdî re xwest û kuştina Şêx El-Hiwêdî bi kiryarekî newêrek bi nav kir. El- Nair got: "Wekî serokeşîrên bajarê Reqayê ji bo pêkanîna Netewa Demokarîk û avakirina Sûriyeke ne navendî em hemû ji şehadetê re amade ne."

‘Armanca kujeran tevliheviye’

El-Nasir di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku armanca ji vê kuştinê derxistina tevlihiyê di navbera şêniyên bajarê Reqayê de ye û got: "Bajarê Reqayê di rewşeke pir xweş bi biratiya gelan û jiyana hevbeş de jiyan dike. Em ji kesên ku hewl didin fitne û tevlihiyê derxîne re dibêjin hûn nikarin tiştek bi şêniyên bajarê Reqayê re bikin. Ji ber ku şêniyên bajarê Reqayê ji terora we mezintir e."

Serokeşîrê El-Sebxa Mihemed El-Sûan jî anî ziman ku, Şêx Beşîr El-Hiwêdî  yek ji sembolên bajarê Reqayê û kuştina wî bi armanca derxistina tevliheviyê di navbera eşîreyên bajarê Reqayê bi nav kir.

‘Gelê Reqa’yê ji terorîstan bi hêztire’

El-Sûan got: "Ji ber şehadeta El-Hiwêdî em sersaxiyê ji gelê Reqayê re dixwazin. Şêx Şehîd ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û ne navendî kedeke mezin da. Ji bo bidestxistina azadiyê em amade ne şehîdan bidin. Her wiha ji dijminên Bakurê Sûriyê re dibêjin ku me gelek şehîd dane û em ê didin û gelê Sûriyê ji terora we xurtir e."

‘Divê kûjer bên eşkere kirin’

Serokeşîrê El-Birêc Hezal El-Elî: "Ji şehîdên Bakurê Sûriyê û Şêx Beşîr Feysel El-Hiwêdî rehmê dixwazin, ev kiryarê qirêj delîlê tirsê ye."

Hezal El-Elî bang li aliyên têkildarî û Hêzên Ewlekariya Hindirîn kir ku bi lez sûcdarên vê bûyerê eşkere bikin û hesab jê bixwazin û got: "Kesên li pey vê bûyerê girêdayî ejîndeyên derve ne, baweriya me hêza me heye ku rastiyê eşkere bike û kujeran di demeke lez de darezînin. "

ANHA