Ciwanên Ereb: Em bi hevgirtina xwe projeyên osmaniya nûjen têk bibin

Ciwanên Ereb diyar kirin ku ew ê bi hevgirtina xwe li hember projeyên Osmaniya nûjen bisekinin û gotin ku tecrîda li dijî Ocalan hemû gelan dike hedef.

Ciwanên Ereb: Em bi hevgirtina xwe projeyên osmaniya nûjen têk bibin
6 mijdar, 2018   17:24

ŞEHBA

Tevgera Ciwanên Ereb têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakurê Sûriyê û tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan.

Daxuyanî li gundê Kefernaya yê kantona Şehbayê bi amadebûna bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Ereb û Yekitiya Ciwanên Ereb ji aliyê endamê Tevgera Ciwanên Ereb Mihemed Weys ve hate xwendin.

Mihemed Weys  tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girava Îmralî bi tecrîda li dijî hemû gelên ku azadiya xwe di fikrê Ocalan de dîtine bi nav kir û got: " Armanc ji tecrîdê ew e ku vîna me bişkîne û bixwazin em  ji projeyên wan re teskîm bibin, lê îradeya me ya xwe dispêre Ocalan wê ti carî neşkê. Ji ber ku gelê me teslîmkariyê qebûl nake û ji bo jiyaneke azad û bi rûmet amade ne berdêlên girabuha bidin."

Weys bang li hiqûqa mafê mirovan û rêxistinên navdewletî kir ku erka xwe pêk bînin û  tecrîda li ser Ocalan bi dawî bikin.

Mihemed Weys di dawiya daxuyaniyê de wiha got: "Wekî tevgereke ciwanên şoreşger em li ser soza xwe yak u em bi şehîd û gelên xwe re dane bin ku em ê bi yek rêzê li hemberî projeyên Osmaniya nûjen bisekinin û xaka zeytûnan û hemû herêmên dagirkirî ji hikûmeta Erdogan rizgar bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmeyên banga azadiya Ocalan û silavkirina berxwedana Efrînê hatin berizkirin.

ANHA