‘Em tenê pişta xwe didin şehîd û şervanên xwe’

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso di merasîma oxirkirina şervanên YPG`ê li navçeya Ehresê de got gelê şoreşger di xebat, berxwedan û bidestxistina azadiya xwe de pişta xwe nade tu kesî, tenê pişta xwe dide şervan û şehîdên xwe, ji ber ku ew parêzvanên welat in û serkeftinan pêk tînin.

‘Em tenê pişta xwe didin şehîd û şervanên xwe’
‘Em tenê pişta xwe didin şehîd û şervanên xwe’
‘Em tenê pişta xwe didin şehîd û şervanên xwe’
‘Em tenê pişta xwe didin şehîd û şervanên xwe’
‘Em tenê pişta xwe didin şehîd û şervanên xwe’
‘Em tenê pişta xwe didin şehîd û şervanên xwe’
‘Em tenê pişta xwe didin şehîd û şervanên xwe’
‘Em tenê pişta xwe didin şehîd û şervanên xwe’
6 mijdar, 2018   16:34

ŞEHBA

Bi sedan şêniyên kantona Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne, cenazeyê şervanê YPG`ê Ehmed Elî Hemze (Hemze Çiya) yê 4`ê Cotemhê di pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bû, oxir kir. Bi sedan şênî, hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso, nûnerên Rêveberiya Demokratîk a Efrîn û Şehbayê tev li merasîmê bûn.

Şênî li ber Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê kom bûn û bi karwanekî ber bi goristana şehîdan a navçeya Ehresê ve ketin rê.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê Xelîl Îso axivî û sersaxî ji malbata şehîd Hemze û hemû şehîdên Berxwedana Serdemê re xwest û got şehîd sembola berxwedanê ne û mîsogeriya serkeftin û rizgarkirinê ne.

Her wiha hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Heso diyar kir ku bila tu kes nebêje wê tu dewlet alîkariya wan bikin û wiha anî ziman: "Tenê şehîdan alîkariya me kir. Hemû destkeftiyên ku hatine bidestxistin bi saya têkoşîn û berxwedana şehîdan e. Ji ber ku şehîd hêz û pîvanên me ne. Em xwediyên berxwedana mezin in. Dewletên ku li dijî gelê me kuştin pêk anîn û ew neçarî koçberiyê kirin, li hemberî hêz û îradeya gelê şoreşger lawaz bûn."

Hiso di axaftina xwe de got gel xwe bi xwe, xwe bi rêxistin dike, şoreşê bi rê ve dibe, di xebat, berxwedan û bidestxistina azadiya xwe de pişta xwe nade tu kesî, tenê pişta xwe dide şervan û şehîdên xwe, ji ber ew parazvanên welat in û serkeftinan pêk tînin.

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Şêrîn Silêman ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Hemze di nava dirûşme û tilîliyan de hate oxirkirin.

(bx)

ANHA