MSD‘ê bi şêniyên Tirbespiyê re civiya

Meclisa Sûriya Demokratîk bi şêniyên bajaroka Ebû Firai ya navçeya Tirbespiyê re civiya.

MSD‘ê bi şêniyên Tirbespiyê re civiya
MSD‘ê bi şêniyên Tirbespiyê re civiya
MSD‘ê bi şêniyên Tirbespiyê re civiya
MSD‘ê bi şêniyên Tirbespiyê re civiya
MSD‘ê bi şêniyên Tirbespiyê re civiya
MSD‘ê bi şêniyên Tirbespiyê re civiya
6 mijdar, 2018   17:46

QAMIŞLO

Bi armanca nirxandina rewşa siyasî û guhdarkirina pirgirêkên welatiyan, Meclisa Sûriyeya Demokratîk bi şêniên bajaroka Ebû Firai ya navçeya Tirbespiyê re civiya.

Bi dehan şêniyên bajarokê, Cîgirên Serokê Desteya Rêveber a MSD‘ê Hikmet Hebîb û Emel Şemdîn, nûnera Buroya Jin a MSD‘ê Zehiya Alreşî û Sefa El-Hisên û Hevserokê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Ebdulrehîm Hiso di civînê de beşdar bûn.

 Civîn bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Paşê Cîgrê Serokê Desteya Rêveber a MSD‘ê Hikmet Hebîb geşedanên siyasî li herêmê û êrîşên dewleta Tirk ên dijî projeya demokratîk û biratiya gelan nirxandin.

Hebîb rewşa Sûriyê ji destpêka aloziyê ve û armanca avakirina MSD‘ê destnîşan kir û diyar kir ku MSD‘ê bi beşdarbûna hemû pêkhateyên herêmê hate avakirin da ku hêviyên gelê yên azadî û demokrasiyê pêk bînin Hikmet Hebîb diyar kir ku pêkhatiyên herêmê projeyên netewperest têk birin û bûye modêla çareseriyê.

Emel Şemdîn û Zehiya Alreşî jî axivîn û bal kişand li ser rola jin di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de de û gotin, jin di her qadan de pêşniyan civakî dikin, MSD‘ê jî hewl dide bi rêya perwerdekirin û pêşxistina jinan hişmendiya ku civak û malbat ji hev parçe kirine têk bibin.

Di civînê de, nêrînên beşdaran jî li ser rewşa siyasî, bi taybetî bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî êrîşan derketin pêş.

Her wiha rewşa xizmetguzarî li bajarokê û pirsgirêkên welatiyan hatin vegotin.

Hevserokê Meclisa navçeya Tirbespiyê Ebdulrehîm Hisê bersiva pirsan dan û got ew ê bi hemû derfetan xizmetê pêşkêş bikin.

ANHA