Xezeba Zeytûnê: Serçeteyekî dagirkeriya Tirkiyê li Racoyê hate kuştin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihandin di çalakiya hêzên wan de çeteyekî girêdayî dagirkeriya Tirkiyê li Racoyê hate kuştin.

Xezeba Zeytûnê: Serçeteyekî dagirkeriya Tirkiyê li Racoyê hate kuştin
6 mijdar, 2018   15:50

EFRÎN

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê li ser mijdarê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di çalakiyeke şervanên odeyê de li navçeya Raco ya Efrînê çeteyekî Furqet El-Hemza bi navê Elî El-Ehmed ku fermanên dagirkeriya Tirkiyê pêk di anî hate kuştin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: "Çalakiyên bi bandore ên şervanên li hemberî çeteyên dagirkeriya Tirkiyê li herêma Efrîn û Bakurê Sûriyeyê berdewam e. Çalakiyên me gava yekemîn e ya şerê rizgarkirina Efrînê ye.

Şervanên me li navçeya Racoyê çeteyekî Furqet El-Hemza bi navê Elî El-Ehmed girtin, piştî lêpersînê çete li xwe mukur hat ku ew ji bajarê Hemayê hatiye û fermanên Tirkiyê yên şerê li dijî gelê Efrînê pêk tîne. Li ser vê yekê hêzên cezeyê kuştinê lê birîn.

Çalakî wekî tolhildana şehîdên Efrînê di 31‘ê Cotmeha2018‘an de  li navçeya Racoyê pêk hatî. Çalakî teqez dikin ku hêzên me li her deverê Efrînê ne û dê çalakiyên xwe berdewam bikin û soza ku bi gelê Efrînê re dane dê berdewam bike ta gelê Efrînê ji terora Tirkiyê û çeteyên wê rizgar bikin."