Şaredariya Reqayê piştî baranê ket nava liv û tevgerê

Du rojên derbasbûyî li bajarê Reqayê baraneke zêde bariya û kolanên bajêr di bin avê de man û hin rê hatin girtin, li ser vê yekê karkerên şaredariyê ketine liv û tevgerê.

Şaredariya Reqayê piştî baranê ket nava liv û tevgerê
Şaredariya Reqayê piştî baranê ket nava liv û tevgerê
Şaredariya Reqayê piştî baranê ket nava liv û tevgerê
Şaredariya Reqayê piştî baranê ket nava liv û tevgerê
Şaredariya Reqayê piştî baranê ket nava liv û tevgerê
Şaredariya Reqayê piştî baranê ket nava liv û tevgerê
Şaredariya Reqayê piştî baranê ket nava liv û tevgerê
Şaredariya Reqayê piştî baranê ket nava liv û tevgerê
6 mijdar, 2018   15:01

REQA

Piştî havîna germ li bajarê Reqayê û gundên wê, baraneke zêde barî.

Di encama barana ku 50 seatan dewam kir de li hinek kolanên bajêr lehî rabûn. Ji ber lehiyê gelek deverên bajêr rogar xetimîn û kolan di bin avê de mane.

Piştî lehiyê karkerên girêdayî Şaredariya Gel a Reqayê ketin nava liv û tevgerê û kolan û rêyên bajêr vekirin.

Şaredariyê  di nava du rojên dawî de 3 werşeyên paqijkirinê belav kirin ku xizmeta herêmê bikin. Werşeyan ji % 60 karê xwe pêk anî.

Rêveberê Buroya Fennî ya Şaredariya Gel a Reqayê endezyar Mihemed Bekrî wiha got: "Piştî bi dawîbûna baranê, 3 werşeyên kanalîzasyonê li kolanan belav bûne., her werşeyek berê xwe dide cihekî ku dikaribin ava li kolanên bajêr de mayî rabikin û rogaran paqij bikin."

Karkerê beşê kanalîzasyonê Casim El-Ubeyd da zanîn ku alavên kanalîzasyonê li gelek noqteyên di bin avê de mane wekî pira depoyên genim a li taxa Rimêla û herêma nivîsgehên erebeyan, li bakurê xeta tirênê û herêma mizgefta El-Nûrî dixebitin û heya niha nîvê karê xwe li vir temam kirine.

(jo)

ANHA