Ciwanên Tirkmen: Erdogan qatilê zarokan e û parêzvanê DAIŞ e

Meclisa Ciwanên Tirkmen êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûriyê şermezar kirin û gotin Erdogan qatilê zarokan e û parêzvanê DAIŞ‘ê ye.

Ciwanên Tirkmen: Erdogan qatilê zarokan e û parêzvanê DAIŞ e
6 mijdar, 2018   14:29

GIRÊ SPÎ

Meclisa Ciwanên Tirkmen a bajaroka Tirkmena a Girê Spî bi amadebûna piraniya endamên meclisê li ber avahiya xwe ya bajarokê Tirkmen der barê  êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê daxuyanî xwendin. Ciwanan di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyê şermezar kirin û gotin ew amade ne bersiva êrîşên li dijî herêmê bidin.

Çiwanên Tirkmen di destpêka daxuyaniyê de berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk silav kir û tevgerên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ku projeya Netewa Demokratîk dike hedef şermezar kir.

Di daxuyaniya ciwanên Tirkmen de hate gotin ku, sûcdar Erdogan û çeteyên wî bi hedefgirtina herêmên Bakurê Sûriyê bi taybet, Kobanê û Girê diyar dikirin ku ew dijminên mirovahiyê ne û qatilên zarokan e, her wiha wiha isbat dike ku parêzvanê DAIŞ‘ê ye.

Ciwanên Tirkmen diyar kir ku ew êrîşên li dijî gelê Sûriyê qebûl nakin û amade ne bersiva êrîşên Erdogan û DAIŞ‘ê yên li hemberî armaniya herêmê bikin û gotin: "Erdogan hewl dide serdema osmaniyan li herêmê me zindî bike, lê ciwanên Tirkmen mîna volkan dê serî hildin û û sûcdar Erdogan muhasabe bikin."

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re û şîfa lezgîn ji birîndar hatin xwestin.

Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmeyên "Bimere dijminê mirovahiyê, bimre kujerê zarokan Erdogan" bi dawî bû.

ANHA