Çalakiyên pêşangeha Şopdarên Rojê li Qamişlo bi dawî dibe

Pêşangeha Navenda Şopdarên Rojê ku ji 100 wêneyan pêk tê, îro li bajarê Qamişlo hat vekirin û dê îro rêzeçalakiya pêşangehê bi dawî bibe.  

6 mijdar, 2018   11:24

QAMIŞLO

Navenda Şopdarên Rojê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşangeha wêneyan pêşkeş vekir.  Pêşangeh 27’ê Îlonê li bajarê Dêrîkê dest pê kir û li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Firatê de dewam kir. Îro jî saet 11.00’an li bajarê Qamişlo li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo çalakiya pêşangeha Navenda Şopdarên Rojê bi dawî dibe. 

Wêneyên şervanên YPJ/YPG, hêzên Hawarî, çalakiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xwezaya Efrînê, bi giştî 100 wenêyan di pêşangehê de cih girt. Hin wêneyên ku şehîdên ragihandina YPJ/YPG’ê Haqî Bagok, Xerîb Welat, Arîn Cûdî û Rêwan Dêrîk kişandibûn jî di pêşangehê de hatin pêşkêşkirin.  

Şêniyên bajarê Qamişlo, endamên Rêveberiya Xweser, şervanên YPJ/YPG’ê, berdevkê QSD’ê Nûrî Mehmûd û rewşenbîrên herêma Cizîrê  serdana pêşangehê kir. Her wiha gelek dayik bi cil û bergên gelêrî  tev li pêşangehê bûn.

Laçika pêşangehê endamên Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan qut kir. Piştî vekirina pêşangehê endamê Navenda Şopdarên Rojê Ayvan Elî axivî û armanca wan ji pêşkêşkirina pêşangehê wiha vegot: “Destpêkê em vê pêşangehê diyarî hemû şehîden Berxwedana Serdemê û şehîden Kurdistanê dikin. Bi rêya pêşangehê me xwest rastiya Şoreşa Rojava nîşan bikin.”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Abdulkerîm Saroxan tekîldarî pêşangeha wêneyan, keda endamên Navenda Şopdarên Rojê pîroz kir.

Piştî axaftinan ji bo alîkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Navenda YJC/YCR û endamên Şopdarên Rojê, xelat lê hatin belavkirin. Her wiha Ferhad Merde helbest, Ebdirahman Beravî dengbêjî, Danîş Botan û Sefqan Orkeş stran gotin.

Pêşangeh dê saet di 19.00’an de were bidawîkirin.

(mk/se)

ANHA