‘Tunekirina şaneyên razayî yên DAIŞ'ê dibe ku çend salan li ber xwe bidin’

Çavdêrê giştî yê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê diyar kir ku tunekirina DAIŞ'ê bi temamî hê jî dûr e, ji ber ku DAIŞ bi statuyeke terorîst ku serweriya xwe li ser erdê dike, bi şaneyên razayî li seranserî cîhanê diguherîne. Her wiha destnîşan kir ku rizgarkirina herêman ji destê DAIŞ'ê di encama topbarana berdewam a bi pêşengiya Amerîkayê de û bi çalakiyên bejahî ji aliyê hevkarên wan Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve pêk hatine.

‘Tunekirina şaneyên razayî yên DAIŞ'ê dibe ku çend salan li ber xwe bidin’
6 mijdar, 2018   11:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê karûbarên derve yê rojnameya Washington Times Been Wolfgang di gotareke xwe de diyar kir ku dibe ku DAIŞ'ê piraniya herêmên di bin serweriya xwe de yên li Sûriye û Iraqê winda kiribin lê têkşikandina wê bi temamî wek komeke terorîst ku şaneyên wê yên veşartî li seranserî Rojhilata Navîn û Afrîkayê belav bûne, hê jî dûr e û pêdiviya wê bi çend salan heye.

Nivîskar xwe spart rapora çavdêrê giştî yê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê û got ku serkeftina dawîn hê jî dûr e.

Di raporê de tê gotin ku DAIŞ hê jî hebûna xwe ne tenê li Sûriye û Iraqê lê belê li Afganistan, Lîbya, Somalî û Yemenê diparêze û dibêje ku DAIŞ'ê xwe ji statuyeke terorîst a li ser erdê xwe bi şaneyên razayî li seranserî cîhanê diguherîne.

Rêveberiya serokê Amerîkayê Donald Trump nîşanên nakok der barê şerê li dijî DAIŞ'ê de derketin û di raporê de tê gotin ku dibe ku paqijkirina herêmên gundewar ên Sûriye û Iraqê ji çeteyên DAIŞ'ê dibe ku çend salan li ber xwe bide.

Pantegon di van mehên dawîn de du şîroveyên cuda di şerê li dijî DAIŞ'ê de pêşkêş kirin. Dema ku Amerîka şerê li dijî DAIŞ'ê daye destpêkirin serweriya xwe li herêmeke berfireh a Sûriye û Iraqê dikir û paytexta xwe ya bi navê paytexta xîlafetê li bajarê Reqa yê Sûriyeyê ava kir û di 17'ê Cotmeha 2017'an de ji aliyê QSD'ê ve hate rizgarkirin.

Rayedarên Wezareta Parastinê diyar kir ku êdî DAIŞ li herêmê têk çûye û hemû herêmên ku ji xwe re wek baregehên çalakiyên terorîst bi kar dianîn, ji dest dane. Lê helwesta hin rayedarên din ku DAIŞ xwe bi şaneyên razayî diguherîne metirsiyeke mezin e û çavdêrê giştî yê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê diyar kir ku rizgarkirina herêman ji destên DAIŞ'ê di encama topbarana berdewam a bi pêşengiya Amerîkayê de û bi çalakiyên bejahî ji aliyê hevkarên wan Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve pêk hatine.

Di raporê de tê gotin ku pêdiviya Amerîkayê bi xebateke zêde ya çareserkirina mijarên ne leşkerî heye, nemaze çespandina rêveberiya demokratîk û civaka sivîl û aramiya li herêmên rizgarkirî. Her wiha bêaramiya siyasî li Sûriye û Iraqê xebatên şerê li dijî DAIŞ'ê asteng dike.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê hemleya xwe ya li dijî DAIŞ'ê li gundewarên Dêrazorê rawestand.

Rayedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştrast kir ku ev êrîşên Tirkiyeyê bi armanca kêmkirina zexta li ser DAIŞ'ê pêk hatine nemaze ku rojên dawîn ên jiyana xwe dijî û ev êrîşên Tirkiyeyê bi armanca vejandina DAIŞ'ê ye. Nemaze êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî QSD'ê bi koordîneya di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de pêk hatine.