Li Kobanê aşek hate vekirin

Bi armanca paqijkirin û zêdekirina nan, Desteya Aborî li Kobanê aşek vekir.

Li Kobanê aşek hate vekirin
Li Kobanê aşek hate vekirin
Li Kobanê aşek hate vekirin
Li Kobanê aşek hate vekirin
Li Kobanê aşek hate vekirin
Li Kobanê aşek hate vekirin
Li Kobanê aşek hate vekirin
Li Kobanê aşek hate vekirin
6 mijdar, 2018   11:15

KOBANÊ

Ji bo zêdekirina hejmara nan, Desteya Aborî ya bajarê Kobanê aşek vekir. Aş rojane 35 ton ard derdixe û tê de 35 karker dixebitin. Aş genimê gundên Kobanê û Sirînê rojane dihêre.

Vekirina aş bi amedebûna endamên saziyan û Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona kobanê Enwer Mislim pêk hat. Her wiha şirîta vekirina aş jî ji aliyê hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto ve hate qurkirin.

Mistefa Îto bal kişand ser vekirina aş ku xaleke pir girîng e ji bo xizmetiya gel, her wiha alîkariya firneyên bajêr û gundan bike ku pêdiviyên firneyan pêk bîne.

(hh/sn)

ANHA