Şaredariya Tirbespiyê beriya zivistanê xebatên xwe berfireh kirine

Bi hatina zivistanê re, Şaredariya Gel a Tirbespiyê xebatên xwe zêde kirine. Di vê çarçoveyê de komîteyeke awarte û du gerac hatine avakirin.

Şaredariya Tirbespiyê beriya zivistanê xebatên xwe berfireh kirine
Şaredariya Tirbespiyê beriya zivistanê xebatên xwe berfireh kirine
Şaredariya Tirbespiyê beriya zivistanê xebatên xwe berfireh kirine
Şaredariya Tirbespiyê beriya zivistanê xebatên xwe berfireh kirine
Şaredariya Tirbespiyê beriya zivistanê xebatên xwe berfireh kirine
Şaredariya Tirbespiyê beriya zivistanê xebatên xwe berfireh kirine
6 mijdar, 2018   07:27

RÊNAS REMO / QAMIŞLO

Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê ji ber hatina zivistanê gavên girîng avêtin. Şaredariyê komîteyeke awarte ji 20 xebatkaran ava kiriye. Erka vê komîteyê paqijkirina rogar û xetên kanalîzasyonê ye.

Şaredariya Gel a Tirbespiyê ji bo kêmkirina qerebalixa veguhastinê û birêxistinkirina tevgera çûn û hatinê 2 geracên nû vekirin. Geraceke taybet ji bo serwîsên veguhastinê yên derveyî navçeyê û yeke din jî ji bo erebeyên mezin û kamyonan.

Endamê Komîteya Rêveber a Şaredariya Gel a Tirbespiyê Şefîq Mûrad destnîşan kir ku hemû beşên şaredariyê bi hev re dixebitin da ku xizmetê pêşkêş bikin û nehêlin astengî ji welatiyan re derkeve, bi taybet di zivistanê de.

Şefîq tekez kir ku Şaredariya Gel ji beşê zabite, fenî û komîteya awarte rojane pêngavên paqijkirin û birêxistinkirinê li bazara navendî dikin.

ANHA