Çalakiya siyasî di navbera Filistîn û Îsraîlê de giran dimeşe

Bûyerên Îna borî yên xwepêşandanên vegerê û şikandina ambargoyê ku filistînî li ser xeta sînorî ji heft mehan ve didin meşandin, piştrast dikin ku pêşketinek di danûstandinên agirbesta di navbera Xeza û Îsraîlê de pêk hatiye.

Çalakiya siyasî di navbera Filistîn û Îsraîlê de giran dimeşe
6 mijdar, 2018   07:51

UMER MÛSA / XEZA

Her car di xwepêşandanên vegerê de ziyanên canî di nava filistîniyan de derdiketin, lê ev cara dawîn ziyan li gorî demên borî kêm bûn, her wiha rêjeya beşdarbûna filistîniyan jî ji carên borî kêmtir bû. Şandeya ewlehiyê ya Misrê dema ku serdana devera sînorî kir, ev rastî li ber çavan dît.

Tevî aramî û birêxistinkirina xwepêşandana vê care, artêşa Îsraîlê careke din gule bi kar anîn û bi dehan filistîniyên beşdar birîndar bûn.

Girêdayî pêşveçûnên di dosyaya agirbestê de çavdêr diyar dikin ku Misr û Qeterê karibûn heta niha mijarê ber bi rêya rast ve pêşve bibin. Her wiha rola hikumeta Filistînê û serok Mehmûd Ebas jî bêtir nerm bû, piştî ku hevpeymanek di navbera Xeza û Îsraîlê de red dikir.

Rayedarê Tevgera Hemasê Xelîl El-Heye di xwepêşandana Îna dawîn de derket û wiha got: "Xebatên şikandina ambargoya Îsraîlê ya li ser Xezayê ber bi serkeftinê ve diçin."

Der barê lêhûrbûnên hevpeymanê de ku çapemeniya Îsraîlê belav kiriye ku di qonaxa bê de Qeter dê alîkariyeke darayî bi karmendên hikumeta Xezayê re bike. Lê ev gav di nava tevliheviya helwesta hikumeta Îsraîlê de ku hevpeymana bi Xezayê re red dike, taloqkirî maye. Her wiha xebitandina navenda kehrebeyê dê bi gaza xwezayî were xebitandin û rûpîvana qada girtina masiyan dê heta 14 mîlên deryayî were zêdekirin û serok Mehmûd Ebas jî dê mûçeyên karmendên hikumeta Filistînê ji sedî 50 rake ji sedî 80’yan, piştî ku xwest bi vê yekê tevgera Hemasê neçar bike.

Di qonaxa sêyemîn û dawîn de xebatên jinûveavakirina Xezayê dê bêne destpêkirin. Lê heta niha nehatiye piştrastkirin ku lihevkirina di navbera van aliyan de pêk hatiye û çavdêr guman dikin ku giştî danûstandin hilweşin lê aliyên navneteweyî hewl didin rê li pêşiya vê hilweşandinê bigirin.

ANHA