Komîteya Jinûveavakirinê xebatên xwe didomîne

Komîteya Jinûveavakirinê ya Reqayê bi hevkariya ekîba destwerdana lezgîn xebatên rakirina enkazan didomîne û rêyan sererast dike.

Komîteya Jinûveavakirinê xebatên xwe didomîne
Komîteya Jinûveavakirinê xebatên xwe didomîne
Komîteya Jinûveavakirinê xebatên xwe didomîne
Komîteya Jinûveavakirinê xebatên xwe didomîne
Komîteya Jinûveavakirinê xebatên xwe didomîne
Komîteya Jinûveavakirinê xebatên xwe didomîne
Komîteya Jinûveavakirinê xebatên xwe didomîne
Komîteya Jinûveavakirinê xebatên xwe didomîne
6 mijdar, 2018   07:22

EMAR XELEF / REQA

Komîteya Jinûveavakirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi koordîneya Tîma Destwerdana Lezgîn piştî rizgarkirina bajar ji aliyê QSD‘ê ve ji çeteyên DAIŞ‘ê, tavilî dest bi xebatên rakirina bermahiyên şer ên bendên axê kir. Komîte rojane bi sedan kamyonên bermahiyan radike.

Komîteya Jinûveavakirinê bermahî û kavilan pirên ku çeteyên DAIŞ‘ê teqandine sererast dike. Komîteyê heya niha 5 pir sererast kirine; Pira Kevn, Reqa Semra, Romaniyê, Sewamaî û Hilkûmiyê.

Kolanên ji bermahiyan hatin paqijkirin

Taxên ku ji bermahiyan hatine paqijkirin; Meşleb, Sînai, Rimêla Sewra, Firat, Diriya, Teyar, Cezra, Seken Şebabî û Til Eswed. Her wiha kolanên Hîşam Bin Ebdulmelik, Kolana 23’yê Sibatê, Girê Spî, Qewetlî, Saea, Beyatra, Seyfuldewla, Mûtez, Mûcemai û Kenîse ku qerebalix lê heye, hatin paqijkirin.

Berpirsê Komîteya Jinûveavakirinê Abdullah El-Eryan li ser mijarê wiha axivî: "Dema em derbasî bajarê Reqayê bûn û asta wêrankirinê dît, me erka jinûveavakirina bajêr girt ser xwe. Bi derfetên di dest me de me bermahî ji gelek deveran rakirin û gelek pir sererast kirin."

ANHA