Siyasetmedarek Sûrî: Tirkiye hemû welatparêzên Sûrî dike hedef

Siyasetmedarê Sûrî Mihemed Hiwêdî diyar kir ku her welatparêzek ku dagirkeriya Tirkiyeyê red bike, dibe hedefa îstixbarata Tirkiyeyê û got Tirkiye hewl dide herêmên ku ji çeteyan hatine rizgarkirin, bike qadên şer.

Siyasetmedarek Sûrî: Tirkiye hemû welatparêzên Sûrî dike hedef
6 mijdar, 2018   07:11

EKREM BEREKAT / QAMIŞLO

Yek ji rûspiyên êla El-Efadila ya herêma Reqayê Beşîr Feysel El-Hiwêdî di 2‘yê Mijdarê de ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hat kuştin. El-Hiwêdî ku bi welatparêziya xwe tê naskirin, roleke mezin di şoreşa Bakurê Sûriyeyê de lîst.

Li ser mijarê siyasetmedarê Sûrî Mihemed Hiwêdî El-Xerawî ji ajansa me re axivî û wiha got: "Bêguman, armanca ji vê kiryara newêrek têkbirîna aramiya herêmê û derxistina tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de ye. Her wiha dixwazin çeteyan derbasî herêmên ji aliyê QSD‘ê ve hatine rizgarkirin bikin, da ku herêmê bikin meydana şer û fitneyeke kûr di navbera gelê welatekî de bi pêş bixin."

‘Hemû welatiyên ku terora Tirkiyeyê napejirînin dibin hedefa wan’

Girêdayî kuştina Şêx Beşîr Feysel ku çeteyên DAIŞ‘ê girt ser xwe, Hiwêdî wiha axivî: "DAIŞ kuştina El-Hiwêdî girt ser xwe. Ji ber ku DAIŞ tenê alaveke di destê Tirkiyeyê de ye û fermanên wê pêk tîne. Rêzefîlmên Tirkiyeyê yên kuştinê dirêj in. Heger em hinekî li paş vegerin em ê bibînin ku kuştina yekem a der heqê gelê Sûriyeyê de bi rêya radestkirina efserê veqetiyayî Hisên Hermûş ji îstîxbarata Sûriyeyê bû. Ev rêzefîlm heya roja me ya îro berdewam e. Di encamê de her Sûriyekî/ê welatperwer ku terora Tirkiyeyê red bike, dibe hedefa îstixbarata Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê."

Der barê dema kuştina Şêx Beşîr El-Hiwêdî de, Miheme Hiwêdî wiha pê de çû: "Bêguman, ev bûyera qirêjî bi armanca têkbirina aramiya herêmê û bi rêya berhevkirina bermahiyên terorîstan DAIŞ’ê ji nû ve zindî bikin. Wekî çawa li Efrîn, Cerablus û Babê kirin, yanî navê DAIŞ‘ê veguherînin Artêşa Azad an jî Mertalê Firatê û wan derbasî herêmên dagirkirî bikin da ku gelê Sûriyeyê bikujin."

‘Tirkiye bi rêya DAIŞ‘ê welatên Kendavê dike hedef’

Siyasetmedarê Sûrî axaftina xwe wiha domand: "Em vê yekê li herêmên dagirkirî dibînin. Tirkiye, di mayîna DAIŞ û komên terorîst li ser Sûriyeyê de bi israr e. Ji ber ku Tirkiye wan wek xezîneyekê dibîne û dixwaze bi rêya wan derbeyê li aramiya Rojhilata Navîn bixe. Di merheleyên destpêkê de jî wê dewletên Kendavê bikin hedef."

Mihemed El-Hiwêdî diyar kir ku Tirkiye li Sûriyeyê rastiyan berovajî dike û wiha got: "Hebûna Tirkiyeyê li Sûriyeyê girêdayî rastiyan û pêşxistina şerên mezhebî û etnîk e."

Siyasetmedarê Sûrî Mihemed Hiwêdî wiha pê de çû: "Heger Tirkiye îdia dike ku ew xelkên sunnî diparêze, wê demê divê mirov vê pirsê bike; kê xelkên sunnî kuştin, bajarên wan wêran kirin, ciwanên wan kuştin û jin li çarmixan xistin? Ma ne Tirkiye bû ku bi dijminên sunnî yên wekî Îran, Rûsya û Îsraîlê re li hev kiriye û sunnî gihaştine vê astê ku bibin rehîneyên El-Nusra, DAIŞ û Rûsyayê li Idlibê? Ma ne Tirkiye ev Tirkiye bû?"

‘Tirkiye xizmeta Rûsya û rêjîmê dike’

Siyasetmedarê Sûrî Mihemed Hiwêdî destnîşan kir ku Tirkiye dijminê sereke yê xelkên sunnî yên li Sûriyeyê ye, lê van tawanên ku çêdibin jî dispêre QSD’ê û hewl dide xelkê sunnî li hemberî QSD’ê sor bike.

Hiwêdî her wiha got: "Armanca Tirkiyeyê ji vê yekê ew e ku eniya hundirîn lawaz bixe û pêkhateyan li hemberî hev bide şerkirin. Tirkiye bi vê gavê xizmetekê pêşkêşî rêjîma Sûriyeyê û Rûsyayê dike da ku piştgiriya gel a bi QSD‘ê re lawaz bike. Çi ji Tirkiyeyê were dê bike da ku projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser a hêviyên gelê Sûriyeyê bi cih tine, bi dawî bike û gelê Sûriyeyê vegerîne xana desthilatdaran û perîşaniyê. Lewre ji gelê Sûriyeyê tê xwestin ku hevgirtina xwe xurt bike da ku projeyên Tirkiyeyê li Sûriyeyê têk bibe."

ANHA