Qonaxa duyemîn a cezayên Amerîka li ser Îranê ket meryetê

Îro qonaxa duyemîn a cezayên ku rêveberiya serokê Amerîka Donald Trump li ser Îranê ferz kirine ket meryetê.

Qonaxa duyemîn a cezayên Amerîka li ser Îranê ket meryetê
5 mijdar, 2018   10:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Şerq El-Ewsat cezayên ku rêveberiya serokê Amerîka Donald Trump li ser Îranê ferz kirine girêdayî beşên petrol, enerjî û bankan in. Tê payîn ku wezîrê karên derve û wezîrê xezîneyê yên Amerîka lîsteya ku navê 700 kesayet û statûyan ku evan cezayên nû digire nava xwe eşkere bikin. Her wiha navê 8 dewletên ku Waşinton dê ji cezayên petrola Îranê efû bike diyar bikin.

Wezîrê karên derve Mike Pompeo duh ragihand ku rêveberiya Amerîka di dijberiya çalakiyên derqanûnî  yên Îranê  bi israr e û got ku cezayên Amerîka li dijî rêjîma Îranê ne û ne li dijî gelê Îranê ye.

Ji aliyekî din ve fermandarê Zîrevanên Şoreşgerî yê Îranê Mihemed Elî Caferî soza berxwedana li dijî van cezayan da û got ku welatê wî serkeftinên mezin li hemberî Amerîka di hilbijartinên Îraqê de bi dest xwe ve anîne û got ku sersê payên sereke li Îraq girêday biloka Îranê ne.