Îran: daxwazeke me ya mayîndina di Sûriyeyê de tune ye

Fermandarê Giştî yê Zîrevanên Şoreşgerî ya Îranê serdar Hisên Selamî got ku pilaneke hêzên welatê wî ya mayîndina demdirêj di Sûriyeyê de tune ye.

Îran: daxwazeke me ya mayîndina di Sûriyeyê de tune ye
5 mijdar, 2018   10:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Zîrevanên Şoreşgerî ya Îranê serdar Hisên Selamî ji destgehên çapemeniyê yên Îranê re ragihand ku hebûna Îranê di Sûriyeyê de li ser daxwaza rêjîma Sûriyeyê ye û piştrast kir ku pilaneke wan a mayîndina demdirêj di Sûriyeyê de tune ye.

Ajansa Fars a Îranê li ser navê sefîrê Rûsya li Tehranê Lavan Gagariyan diyar kir ku nûnerê taybet ê serokê Rûsya li Sûriyeyê alîksender Lavrontiyêv dê serdana Tehranê bike û dê bi sekretêrê meclîsa bilind a ewlehiya netewî Elî Şemxanî re bicive û dê rewşa dawî li qada Sûriyeyê gotûbêj bikin.

Lavrontiyêv duh serdana Şamê kir û bi serokê Sûriyeyê Beşar El-Esed re civiya.

Ajansa SANA ya girêdayî rêjîma Sûriyeyê ragihand ku beşar di hevdîtina xwe ya bi Lavrontiyêv re mijara komîteya destûrî gotûbêj kiriye û lihev kirin ku xebatên hevbeş ji bo derbaskirina asteniyan berdewam bikin.