500 çadirên nû li kampa Ebû Xeşeb hatin belavkirin

Bi hatina zivistanê re Komseriya Netewên Yekbûyî bi hevkariya Meclisa Sivîl a Dêrazorê 500 çadir li koçberên kampa Ebû Xeşeb a gundewarn rojavayê Dêrazorê belav kir.

500 çadirên nû li kampa Ebû Xeşeb hatin belavkirin
5 mijdar, 2018   10:14

DÊRAZORÊ

Piştî barana dijwar ku di heftiya derbasbûyê de li herêmê bariya û di encama wê de gelek çadirên kampa Ebû Xeşeb xira bûn. Meclisa Sivîl a Dêrazorê û komîteyên wê bi rêxistinên karûbarên koçberan re ketin nava têkiliyan da ku çadiran ji kampê re peyda bikin.

Komseriya NY`yê bi hevkariya Meclisa Sivîl a Dêrazorê li şûna çadirên kevin û yên ji ber baranê rizyane çadirên nû li koçberan belav kirin.

Her wiha ji ber barana zêde madeyên xwarinê jî xira bûn koçberên li kampê bê xwarin û av man. Ji ber vê jî zehmetiyên koçberan zêde bûn. Gelek kesên nexweş jî ji ber zehmetiya di çûn û hatinê de gelek astengiyan re rû bi rû dimînin.

Piştî van zehmetî û pêwistiyan Meclisa Sivîl a Dêrazorê bang li rêxistinan kir ku alîkariya wan bikin. Li ser vê banga meclîsê Komseriya NY`yê 500 çadirên nû, pêwîstiyên mutfexê, 503 parên xwarinê li koçberan belav kir.

(bx)

ANHA