Li Bexdayê rêze teqîn û êrîş: 8 kuştî, 22 birîndar

Şevê din li Bexdayê rêze teqîn û êrîş pêk hatin. Di encama teqîn û êrîşên di dem û cihên cûda de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 22 kes jî birîndar bûn.

Li Bexdayê rêze teqîn û êrîş: 8 kuştî, 22 birîndar
5 mijdar, 2018   10:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Iraqê duh êvarê heya saetên şev 6 teqîn û êrîşên çekdarî li Bexda û derdora wê pêk hatine.  Di encama êrîş û teqînan de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 22 kes jî birîndar bûne.

Li herêma Medîne Sedr ya bajarê Bexdayê bombe bi wesayîteke tişt difiroşe ve teqiya, di encama teqînê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Li herêma Meştel a dikeve Rojhilatê Bexdayê mayînek teqiya. Di encamê de welatiyek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

li Bakurê Bexdayê mayîn bi wesayîtek ve teqiya. Di encamê de kesek hate kuştin û 2 welatî jî birîndar bûn.

Li Bakurê Bexda û nêzîkê qada Edeb, mayînek teqiya. Di encamê de 2 welatî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Hebîbiye ya dikeve Rojhilatê Bexdayê di encama teqîna mayîna bi wesayîtê de du jin û du zilam birîndar bûn.

Li Taxa Turas ya dikeve Başûrê Bexdayê jî bombeyek nêzî dukanan teqiya, di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Li gundê Elad Elêxizer ya ser bi bajaroka Ebare ku dikeve ser bi navçeya Baqûya ya girêdayî Bexdayê ye êrîşeke çekdarî li ser nuqteyeke çavdêrî çêbû. Ji ber vê sedemê endamekî Hêzên Ewlekariyê hate kuştin 2 endamên din yên hêzên ewlekariyê jî birîndar bûn.