Dayika Nazliya berxwedaniyek ji rengekî din dike

Berxwedana dayika Nazliya ya Efrînî tenê li hemberî şert û mercên zehmet sînordar nema. Lê belê berxwedana dayika Nazliya wateyeke din nîşan dide, ku jiyana xwe li ser xwedîkirina du zarokên xwe yên astengdar kiriye.

Dayika Nazliya berxwedaniyek ji rengekî din dike
Dayika Nazliya berxwedaniyek ji rengekî din dike
5 mijdar, 2018   10:01

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Dayika bi navê Nazliya ji şêniyên navçeya Raco ya kantona Efrînê ye. Du zarokên wê yên di mejiyên xwe de astengdar in hene. Kurê wê Elî yê mezin (36) û Hesen (17). Piştî wefata hevserê wê ku 15 sal di ser re derbas bû ji bilî îradeyê tu tiştên dayika Nazliya di peydakirina pêwîstiyê herdû kurên wê de tine ne ye.

Li gorî bijîşakan, tu têkliyên nexweşiya herdû kurên wê bi nexweşiyên genetîk yan jî zewaca xizman tune ye.

Piştî wefata hevserê Dayika Nazliya ne ji xizmên xwe û ne ji yên hevserê xwe tu kesî alîkariyê nabîne. Ji ber wê jî dayika Nazliya hemû jiyana fedayî xwedîkirina herdû kurên xwe dike. Di nava zeviyên Efrînê de xebite da ku pariyekê ji bo xwedîkirina herdû kurên xwe peyda bike.

Bi demê re ku herdû kurên wê mezin dibin û dayîn û standinên wan bi derdor re çê dibin ev yek dayîn û standinên di navbera dayîk û kurên wê de zehmetiyan çêdike.

Dema koçber bû tirsa wê ji windabûna herdû kurên wê zehmetiyên wê zêde kir

Piştî êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê dayika Nazliya jî weke bi hezaran şêniyên Efrînê neçar dimîne ku ji mala xwe derkeve û berê xwe bide herêma Şehbayê. Tirsa dayika Nazliya ewe ku herdû kurên xwe di nava tevliheviya ku wê demê tê jiyan kirin de winda bike ye. Ev tirs êş û zehmetiyên dayika nazliya zêdetir dike.

Dayika Nazliya ji ANHA`yê re li ser rewşa xwe ya berî ku Efrîn were dagirkirin axivî. Dayika Nazliya destnîşan kir ku di wê demê de rewşa wê hinekî baştir bûye. Dayikê got ku ez wê demê di nav zeviyan de dixebitîm û min pêwîstiyên herdû kurên bi cih di anî.

Dayika Nazliya jî mîna bi hezaran ji gelê Efrînê di kampan de li ber xwe dide.

Dayika Nazliya di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku piştî ew gihîştin kantona Şehbayê li kampa Serdem bi cih bune. Tevî ku Rêveberiya Xweser pêwîstî ji wan re pêşkêş kirine lê ew yek jî têra wan nekiriye. Dayîkê got ku, ji ber ew herêmê baş nas nake û ditirse ku herdû kurên xwe winda bike niha tu karî nake.

(bx)

ANHA