PDK roja ragihandina hikûmeta Başûrê Kurdistanê eşkere kir

Partî Demokratî Kurdistan (PDK) ragihand ku şêwrên avakirina hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya nû berdewam in û roja ragihandina wê dawiya vê mehê derbas nake.

PDK roja ragihandina hikûmeta Başûrê Kurdistanê eşkere kir
5 mijdar, 2018   09:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî PDK'ê Nasir Yûsif ji rojnameya El-Heyat re da xuyakirin ku şêwrên di navbera bilokên kurdî de der barê avakirina hikûmeta nû de berdewam in û lihevkirineke mezin di navbera piraniya aliyan de pêk hatiye û hemû alî» hewl didin berjewendiya giştî pêk bînin.

Yûsif da zanîn ku di rûniştina yekemîn a parlemanê de li gorî pîvanên destûrî û qanûnî serokê hikûmetê dê were erkdarkirin û ew jî dê bi avakirina hikûmetê were erkdarkirin û wiha domand: "lihevkirinên di navbera bilokên kurdî de girêdayî şêwaza hikûmeta nû û bernameya wê ye û parvekirina wezaretan e. di encamê de hemû aliyan lihevkirin ku hikûmeteke li gorî berjewendiyên kurdan û daxwazbilindiyên wan pêk were û parvekirina wezaretan demeke dirêj naxwe û dawiya vê mehê derbas nake."

Di 30'yê îlûna 2018'an de li Başûrê Kurdistanê hilbijartin hatin lidarxistin û PDK'ê 45 kursî ji giştî 111 kursiyan wergirtin. Hejmareke partiyan jî diyar kirin ku keysbazî di hilbijartinan de pêk hatine û dengdayîna welatiyan di sindoqan de lawaz bû.