Embareke cebilxaneyan li Reqayê hate dîtin

QSD'ê embareke cebilxaneyan a girêdayî çeteyên DAIŞ`ê li devereke bajarê Reqayê vedît.

Embareke cebilxaneyan li Reqayê hate dîtin
5 mijdar, 2018   10:06

REQA

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li bajarê Reqayê û herêmên ku ji destên çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin, çalakiyên lêgerîna cihên cebilxaneyan ku çeteyên DAIŞ`ê bikar dianî, dewam dikin.

Der barê mijarê de di 1`ê Mijdarê de QSD`ê li devereke bajarê Reqayê embargeheke cebilxaneyan a çeteyên DAIŞ`ê dîtin.

Çekên ku di embarê de hate dîtin ev in"3 topavên ARBG, 10 bombeyên destan, 9 çekên klaşînkov, 2 çekên ARBG, 1 çeka êm Sîkstîn, 1 çeka doçka eyar 12.5, 10 bêtêl ji cureya Htira, 2 şarzên bêtêla lasêlkî, 2 hezar û 708 fîşegên BKC, 2 hezar û 570 fîşegên doçka eyar 12.5, 6 hezar û 500 fîşegên doçka eyar 14.5, hezar û 304 fîşengên çeka kilaşînko.

(jo)

ANHA