ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05 .11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05 .11.2018
5 mijdar, 2018   05:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Rêxistina Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî Kobanê û Girê Spî daxuyaniyê li ber avahiya Weqfeya Jin a taxa Eşrefiyê dide, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star, TEV-DEM, Yekitiya Ciwanên Rojava  ji bo rewşa dawî ya siyasî û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê rêzecivîn ji bo welatiyên herêma Firatê didomînin. Di vê çarçoveyê de civîn li taxa Şehîd Xebat û Xebatkar ên bajarê Kobanê têne lidarxistin, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Efrîn bi gelê xwe, mezin, biçûk û ciwan û şervanên yekîneyên parastinê, bi dar û zeviyên xwe li hemberî faşîzma çeteyên dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê berxwedaniyeke mezin dane meşandin. Di Pêngava Berxwedana Serdemê de heqîqeta jina berxwedêr û fedekar di kesayeta şervanên YPJ‘ê de derket diyar bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Apê Umer Mihemed di sala 1989‘an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştiye dibêje, sala 1989‘ xala destpêkê ya têkoşîna wî bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Berpirsê Buroya Rêxistinî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriya yê bajarê Helebê Welat Ala diyar kir ku dewletên herêmî ji bo berjewendiyên xwe pêk bînin di civînên şeklî de ku nûnerên rasteqîn ên Sûriyê nayên beşdarkirin mûzakereyan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Siyasetmedarên jin ên bajarê Helebê li dijî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker banga hevgirtinê li hemû jinan kirin û gotin: "Sara bû qurbaniya lihevkirinên gelek welatan li ser gelê Bakurê Sûriyê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Berxwedana dayika Nazliya ya Efrînî li hemberî şertê û mercên zehmet sînordar nema, lê belê berxwedana dayika Nazliya wateyeke din nîşan dide, ku jiyana xwe li ser xwedîkirina du zarokên xwe yên astengdar kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Jin û mêrên Kobanê bi mebesta vejandina çand û kevneşopiyên Kurdî komeke mûzîkê ya kevneşopiyan ava kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Bi hatina zivistanê re bazarên bajarê Minbicê bi sobe û cilên zivistanî tijî ne, di heman demê de tevgera welatiyan ji bo kirîna pêdiviyan zêde bûey. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Herêma Cizîrê çanda "Pîwan" yek ji rêbazekî kevnar e ku sewalkdar pêk tînin, ji ber ku di aliyê aborî û tenduristî de gelek fêdeyên xwe hene, ku berhemê şîr zêde dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA