Komîteya Piştgiriya Derûnî çalakiyan ji zarokên Efrînê re lidar dixîne

Komîteya Piştgiriya Derûnî ya girêdayî Heyva Sor a Kurd di bin durişmeya "Perwerdehî ji mafê me ye" de çalakiyên piştgiriya bi zarokên Efrînê re di kampên koçberiyê yên li Şehba de didomîne.

Komîteya Piştgiriya Derûnî çalakiyan ji zarokên Efrînê re lidar dixîne
Komîteya Piştgiriya Derûnî çalakiyan ji zarokên Efrînê re lidar dixîne
Komîteya Piştgiriya Derûnî çalakiyan ji zarokên Efrînê re lidar dixîne
4 mijdar, 2018   12:26

ŞEHBA

Bi armanca piştgiriya derûnî û pêşxistina hişmendiya zarokan û zêdekirina hezkirina zarokan ji xwendin û perwerdehiyê re û baldariya xwepaqijkirinê, Komîteya Piştgiriya Derûnî ya girêdayî Heyva Sor a Kurd di bin durişmeya "Perwerdehî ji mafê me ye" de çalakiyên piştgiriya bi zarokên Efrînê yên di kampa Serdem de didomîne.

Komîteyê şanoyeke pêşkêş kir ku bi dehan zarok beşdar bibûn û têde  behsa baldariya zarokan di mijara xwepaqijkirinê de dike.

Di çalakiyê de her wiha zarokan stran gotin û gelek lîstok û pêşbirk hatin pêşandan û rûkenî li ser rûyê zarokan hate nexşandin.

Girîdayî mijarê Endamê Komîteya Piştgiriya Derûnî ya girêdayî Heyva Sor a Kurd  Rêber Şahob da zanîn ku dê çalakiyên xwe berdewam bikin û piştgiriya xwe bi zarokan re bidomînin.

ANHA