'Tirkiye bi hedefgirtina rojnamevanan hewl dide sûcên xwe veşêre'

Komîteya Kedkaran a Girkê Legê êrîşên artêşa Tirk li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin û diyar kir ku ev tevgerên Tirkiyeyê di çarçoveya hedefgirtina projeya neteweya demokratîk de pêk tên û da zanîn ku bi hedefgirtina rojnamevanan hewl dide sûcên xwe veşêre.

'Tirkiye bi hedefgirtina rojnamevanan hewl dide sûcên xwe veşêre'
4 mijdar, 2018   12:11

QAMIŞLO

Di çarçoveya helwestên li hemberî destdirêjiyên Tirkiyeyê li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê de Komîteya Kedkaran a Girkê Legê daxuyaniyek da û êrîşên Tirkiyeyê bi tundî şermezar kirin. Daxuyanî li pêşiya Navenda Komîteya Kedkaran bi beşdarbûna bi dehan karkeran ji aliyê hevserokê komîteyê Abid Elo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev tevgerên Tirkiyeyê li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê di çarçoveya xebatên wê yên têkşikandina projeya neteweya demokratîk de ne û Erdogan vê projeya demokratîk wek dirindeyekê li hemberî projeya xwe ya dagirkeriyê dibîne.

Di daxuyaniyê de behsa hedefgirtina rojnamevanên ajansa me ANHA'yê ji aliyê artêşa Tirk ve hate kirin û diyar kir ku ev yek piştrast dike ku Tirkiye hewl dide sûcên xwe veşêre û alîkariya xwe bi çeteyên DAIŞ'ê re berdewam bike.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku ev êrîşên Tirkiyeyê peyamek in ji civaka navneteweyî re û bêdengiya civaka navneteweyî dihêle ku Tirkiye destdirêjiya xwe li dijî welatiyên sivîl zêde bike.

ANHA