Komîteya Perwerdeyê bi hatina zivistanê re xwe amade dike

Ji bo pêşwazîkirina demsala zivistanê kar û xebatên werşên çêkirina kursiyên xwendinê, derî û pencereyan bi pêngava paqijkirina dibistanên gundên Dêrazorê zêde dibe.

4 mijdar, 2018   08:24

DÊRAZOR

Ji bo amadekirina atmosfereke xweş ji xwendekaran re, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Dêrazorê bi hevkariya şîrketa avakirinê ya Firatê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê kar û xebatên sererastkirina derî, pencere, kanalîzsyona dibistanê û kursiyên xwendinê zêde kirine.

Li gundên rojhilatê Dêrazorê  dibistanên Şihîl, El-Besîra, Hewayîc Zîban û Zîban hatin amadekirin. Her wiha li gundên rojavayê Dêrazorê dibistana gundê Sifîra, Hermûşiyê, Kirib û Sewa têne amadekirin.

Komîteyê 500 kursiyên xwendinê li ser dibistanan belav kirine û 500 kursiyên din jî têne amadekirin.

Endamê rêveberiya Komîteya Perwerdeyê Ehmed Etaelah wiha got: "Beriya du mehan me dest bi amadekirina 4 dibistanên gundên rojhilat û 2 dibistanan li rojava kiriye û 2 jî têne amade kirin.”

Etaelah destnîşan kir ku dê karê xwe dewam bikin heta ku hemû dibistanên li gundan bêne amadekirin.

(jo)

ANHA