Ji ber tecrubeya xwe, niha di nav tevgerê de kar dike

Razî nebû ku xwe radestî kevneşopiyên civakî bike. Ji ber tecrubeya wê ya zewaca di temenê biçûk de, Nermîn Muslim niha di nav refên Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk de ji bo perwerdekirina jinan li ser encamên zewaca biçûk kar dike.

Ji ber tecrubeya xwe, niha di nav tevgerê de kar dike
4 mijdar, 2018   08:35

TOLÎN HESEN / ŞEHBA

Nermîn Muslim a 22 salî ji bajarê Helebê ye. Nermîn di 14 saliya xwe de bi zilamekî ku 9 salan jê mezintir re hate zewicandin.

Ji ber zîhniyeta mêrdestiyê ya ku rola jinan sînordar dike, Nermîn nikarî xwendina xwe bidomîne.

Di destpêka aloziya Sûriyê ve Nermîn bi armanca kar koçberî Lubnanê bû û li wir keçeke wê çêbû. Piştre hevserê wê jiyana wê di nav mal de bi sînor kir û nehişt ji mal derkeve û rola xwe di avakirina civakê de bilîze. Lê Nermîn ev jiyan nepejirand û biryar da ku hevserê xwe berde û vegeriya Sûriyeyê. Di encama rewşên diyar de malbata Nermîn koçberî gundê Kefernaya li kantona Şehbayê bû.

Piştî derbasbûna hefteyekê ji niştecihbûna wan li gund, Nermîn endamên Tevgera Ciwanên Ereb nas kirin û tev li kar bû. Nermîn 6 mehan wek endama tevgerê kar kir. Tevî hevalên xwe yên jin hewl da hejmara endaman li navçeyê zêde bike û jinên ciwan ji zewaca di temenê biçûk de dûr bixe. Ji ber keda Nermîn di nav tevgerê de niha ew wek hevseroka tevgerê kar dike.

Têkildarî mijarê Nermîn wiha got: "Ji ber zîhniyeta mêrdestiyê ku rola jinan bi sînor dike, ez bi temenek biçûk hatim zewicandin. Min gelek azar ji vê zewacê kişand."

Nermîn destnîşan kir ku ew zîhniyeta mêrdestiyê qebûl nekir, ji lew re hevserê xwe berda û vegerî da ku rê li ber zewaca biçûk bigire.

Nermîn tekez kir ku wê ji Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk hêz girtiye û karî hemû astengiyên ku rastî rêya jina azad tên, derbas bike.

Di dawiyê de Nermîn wiha got: "Armanca min ji kar û perwerdekirina jinan ew e ku rê li ber zewaca di temenê biçûk de bê girtin."

(şx)

ANHA