'Em nahêlin Girê Spî û Kobanê dagir bikin'

Ciwanên Efrîn û Şehbayê diyar kir ku ew ê nehêlin dewleta Tirk a dagirker kantona Girê Spî û Kobanê dagir bike û dê kantona Efrînê jê rizgar bikin.

'Em nahêlin Girê Spî û Kobanê dagir bikin'
4 mijdar, 2018   08:16

CAFER CAFO - XANDÎ ELO / ŞEHBA

Ajansa me nêrînên ciwanên kantona Efrîn û Şehbayê yên li navçeya Til Rifatê ku beşdarê roja duyemîn a Mîhrîcana Dengvedana Efrînê' ku ji aliyê Yekitiya Ciwanên Rojava ya Kantona Efrînê û Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk ve hatiye orgenîzekirin,  bûne, girt.

Endama Yekitiya Ciwanên Rojava ya Kantona Efrînê Sîdra Meimo destnîşan kir ku ew dê li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmê bê deng nemînin û tekez kir ku dê li hember wan bisekinin û êrîşên li dijî her du kantonên Girê Spî û Kobanê dê qebûl nekin.

Ji aliyê xwe ve Sema Osman wiha got: "Em ê rê nedin  dagirkeriya Tirk, Girê Spî û Kobanê dagir bike û em ê Efrîn ji wan rizgar bikin. Ji bo rizgariya hemû herêmên dagirkirî em ê tê bikoşin."

Rebîa Mihemed a ji pêkhateya Ereb diyar kir ku Kurd û Ereb yek in û wiha axivî: "Ew nikarin me ji hev cuda bikin. Em ê xaka xwe ji dagirkeriya Tirk rizgar bikin. Em ê roleke girîng di rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran de bilîzin. Li ser bingeha projeya neteweya demokratîk a ku banga biratiya gelan dike em bûn yek û em ê vê projeyê biparêzin."

Rebîa êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û got ku ev êrîş ne tenê gelê Kurd lê belê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef.

Tê destnîşankirin ku dagirkeriya Tirk êrîşî hejmarek ji gundên her du kantonên Girê Spî û Kobanê kir. Di encamê de şervanên Erka Xweparastinê û zaroka bi navê Sara Mistefa şehîd bûn.

(şx)

ANHA