‘Tirkiyê bi êrîşên xwe hewl dide krîza hindrîn derbasî derve bike‘

Siyasetmedarên Bakurê Sûriyê gotin: Tirkiyê bi armanca ku aloziya xwe ya hindirîn derbasî derve bike û temenê DAIŞ‘ê dirêj bike êrîşî herêmên ser sînor dike.

‘Tirkiyê bi êrîşên xwe hewl dide krîza hindrîn derbasî derve bike‘
4 mijdar, 2018   07:11

DILSOZ DILDAR – HOGIR NECAR / HESEKÊ

Nerazîbûn li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêmên Bakurê Sûriyê û hedefkirina sivîlan her diçe zêde dibe.

Rêveberê Partiya Pêşerojê ya Sûriya ya Buroya Hesekê Ehmed Esed der barê mijdarê de anî ziman ku êrîşên Tirkiyê yên dawî yên li ser herêmên sînor bi taybet li Kobanê û Girê Spî gelek armancên xwe hene, yek jî têkbirina aramiya herêmê û DAIŞ‘ê rihet bike ku nifesa xwe ya dawî li Rojhilatê Çemê Firatê bigire. Ji xwe Tirkiyê ji destpêkê avabûna DAIŞ‘ê destekê dide wê."

Leşkertên artêşa Tirk a dagirker di rojên dawî de êrîşî kantona Kobanê û Girê Spî kirin. Di encamê de du şervanên Hêzên Erka Xweparastinê û zarokeke keç 6 salî Sara Mistefa şehîd bûn, her wiha nûçegihanên ajansa me Îbrahîm Ehmed û Gulîstan Mihemed birîndar bûn.

Armana Tirkiyê dualî ye

Esed destnîşan kir ku armanca Tirkiyê du alî ne û wiha domand: "Yek jê derxistina tevliheviyê li Bakurê Sûriyê û dirêjkirina temenê DAIŞ li herêmên, ji ber ku Tirkiyê ji projeya demokartîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye pêkanîna ditirse, ji ber ku ev proje têkiliyên gelê herêmê li ser esasê biratiya gelan xurt dike, lê Tirkiyê vê yekê naxwaze ji ber wê jî herêmê dike hedef."

Tikiyê şewqa kesk wergirt

Serokên Rûsya, Elmanya, Fransa û Tirkiyê roja 27‘ê Cotmehê bi gelek mijaran girêdayî Sûriyê  li Stenbolê civînek li dar xist. Piştî civîna herçar aliyan dewleta Tirk êrîşî herêmên Bakurê Sûriyê yên li ser sînor kirin. Çavdêr dibînin ku Tirkiyê şewqa kesek wergirt da ku êrîşî herêmên Bakurê Sûriyê bike.

Ehmed Esed li ser mijarê destnîşan kir ku ev civîn ji bo Tirkiyê wergirtinek bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Civîna çar alî ji bo Tirkiyê sûdek bû, ji ber ku Elmanya û Fransa ji doza penaberan ditirse ku Tirkiyê bi riyê wê gefê dixwe. Li aliyekî din de jî, têkiliyên Tirkiyê û Rûsya xweş in, ji ber Rûsya di mijara Efrînê de gelek fêde li Tirkiyê kir."

Esed her wiha got: "Rayedarên Rûs, dane xuyakirin ku Rûsya ji dagirkirina Tirkiyê li Efrînê 20 qatî fêde girt, ev yek tê wateya ku Tirkiyê gelek tazîmat dane Rûsiya. Em dikarin bêjin şewqeke kesk ku bi awayekî ji bo Tirkiyê hebû ku êrîşî herêmê bike."

Esed Koalîsyona Navdewletî ji binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsyar girt û hebûna DAIŞ‘ê bi xeteriyek li ser tevahî gelê herêmê destnîşan kir

Tirkiyê hewl dide aloziya xwe ya hindirîn derbasî derve bike

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Fethullah Hiso der barê mijdarê de got: "Ya balkêş e, her ku hêzên leşkerî li dijî DAIŞ‘ê operasyon dide destpêkirin, Tirkiyê  bi hemû rê û rêbazan hewl dide vê pêngavê asteng bike, ji ber ku Tirkiyê DAIŞ‘ê wekî kaxesekê bi kar tîne da ku siyastên xwe yên têkbirina projeya demokratîk a Bakurê Sûriyê têk bibe, di heman demê de hewl dide çavê cîhanê li ser aloziya hindirîn a Tirkiyê rake."

ANHA