‘Bêdengiya aliyên pêwendîdar ji qetilkirina zarokan mirov matmayî dike‘

Enwer Muslim û Hemdan El-Ebid qetilkirina zaroka Sara şermezar kirin û bang li rêxistinên mafê mirovan û civaka navdewletî kirin ku li hemberî binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî zarok û rojnamevanan mîsyona xwe bi cih bînin.

‘Bêdengiya aliyên pêwendîdar ji qetilkirina zarokan mirov matmayî dike‘
3 mijdar, 2018   15:25

GIRÊ SPÎ

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantonê Kobanê Enwer Muslim û Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid di merasîmê oxirkirina zaroka Sara Mustefa de axivîn.

Enwe Musilm anî ziman ku qetilkirina Sara sûcekê din e ku li ser binpêkirinên ne mirovî yên dewleta Tirk a dagirker ên li hemberî zarokan zêde dibe û got ku bêdengiya rêxistinên civaka sivîl û saziyên têkildarî karûbarên zarokan li ser van sûcan mirov matmayî dike.

Enwer Muslim got: "Zihniyeta artêşa Tirk a dagirker ji zihniyeta dîktator Heter ne dûr e."

Musilm destnîşan kir ku "Dewleta Tirk qaşo banga parastina mafê zarok û rojnamevanan dike, lê vaye îro sûcan li hemberî zarok û rojnamevanan pêk tînin."

Muslim di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelên herêmê kir ku  hevgirtina xwe xurt bikin û rastiya binpêkirinên Tirkiyê ji cîhanê re eşkere bikin û wiha anî ziman: "Gelê me wê û hêzên me yên parastinê wê bi ser bike, em ê heya dawiyê projeya xwe ya demokratîk biparêzin."

Hemdan El-Ebid jî di merasîmê de axaftin kir û wiha anî ziman: "Ev ne cara yekemîn e ku Erdogan zarokan dikuje, beriya niha jî Cûdî û Êlên şehîd xistin. Kiryarên DAIŞ û AKP‘ê eynên yek in, ku cudahî di navbera DAIŞ û AKP‘ê de tinene."

El-Ebid destnîşan kir ku herêmên Bakurê Sûriyê piştî ku ji terora DAIŞ‘ê rizgar bûn, di nava aramî û ewlehiyê de ne, em jî cîhanê re dibêjin ku wekî gelê Sûriyê armanca me mirov azad bibe, ji mafê me ye xaka xwe ya bi xwîna şehîdan re hatiye avdan biparêzin û em ê heyva şehîdan hilînin."

Hemdan El-Ebid di dawiya axaftina xwe bang li cîhana azad û Neteweyên Yekbûyî û Fona Unicef kirin ku li hemberî binpêkirinên Erdogan ên der heqê gel û zarokan erka xwe pêk bînin.

ANHA