Ciwanên Reqayê dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin

Ciwanên Reqayê bi daxuyaniyekê êrîşên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê weke destekeke yekser a ji DAIŞ'ê re bi nav kirin û gotin: "Em amade ne êrêşên derve bibersivînin."

Ciwanên Reqayê dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin
3 mijdar, 2018   14:55

REQA

Ciwanên Reqayê li ber navenda ciwanan kom bûn û têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê endama Ciwanên Reqayê Rexed Abdullah El-Hemûd ve hate xwendin.

Rexed Abdullah êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wekî desteka ji çeteyên DAIŞ‘ê re bi nav kir û wiha got: "

Dewleta Tirk piştî daxuyaniyên Erdogan û civîna çaralî ya Senbolê êrîş û gefên xwe yên li dijî Bakurê Sûriyê zêde kirin.

Em ji tevahiya cîhanê re dibêjin, her bostek ji xaka Sûriyê bi xwîna şehîdên mîna Şêx Beşîr Feysal El-Hiwêdî ku bi destê xiyanetê hate kuştin, hatiye avdan. Her wiha ji raya cîhanî xuya dikin ku di navbera êrîşên artêşa Tirk li dijî herêmên Bakurê Sûriyê û êrîşên DAIŞ'ê li dijî QSD'ê koordîne heye. Em ji cîhanê tekez dikin ku Tirkiye û DAIŞ'ê du ruyên heman diravî ne.

Em weke ciwanên Sûriyê li ser vê xakê dijîn û ji bo rûmeta gelên herêmê û parastina wê em ê canê xwe feda bikin. Em tekez dikin ku ji bo her êrîşekî ji derve em amade ne û em bang li civaka navdewletî dikin ku gefxwarinên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakurê Sûriyê şermezar bikin.

Îro bi deh hezarên ji Cibheta El-Nusra ya terorîst li ser sînorên Tirkiyê serbet tevdigerin. Pilana Tirkiyê ne li dijî terorê ye lê belê li dijî gel û xaka Sûriyê ye."

(şx)

ANHA