Gelê Dêrazorê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê oxir kirin

Bi tevlêbûna bi sedan kesî cenazeyê 3 şervanên QSD‘ê bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Xidir El-Hemada ya gundewarên Dêrazorê hate veşartin.

Gelê Dêrazorê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê oxir kirin
Gelê Dêrazorê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê oxir kirin
Gelê Dêrazorê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê oxir kirin
Gelê Dêrazorê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê oxir kirin
Gelê Dêrazorê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê oxir kirin
Gelê Dêrazorê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê oxir kirin
Gelê Dêrazorê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê oxir kirin
Gelê Dêrazorê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê oxir kirin
Gelê Dêrazorê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê oxir kirin
3 mijdar, 2018   14:38

DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên gundên Xeşeb, Cezra, Mihêmîdiyê yên gundewarên rojavayê Dêrazorê ji bo oxirkirina cenazeyê şervanên QSD‘ê Umer Hemdan ( Emîr), Qusey Mihemed El-Mehel ( Elî) û Emar Xalib El-Elwan (Xalid) ku di 26‘ê Cotmehê di Pêngava Bagera Cizîrê li Hecînê şehîd bibûn, li deriyê ketina gundê Ebû Xeşeb wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Xidir El-Hemada bi rê ketin.

Li Goristanê deqeyek rêzgirtin û merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.

Ji fermandarên QSD‘ê Azadî axivî û wiha got: "Destpêkê em sersaxî ji xwe re û ji malbatên şehîdan re dixwazin, em ji çeteyan û êrîşên Tirkiyê re dibêjin na. Wekî gelê herêmê bi Kurd û Erebên xwe em ê berxwedana xwe berdewam bikin û ti carî dev ji erdê xwe bernadin. Em ê heya dawî şopdarên xeta şehîdên xwe bin û wan bi bîr bînin. "

Rêveberê Meclisa Sûriyeya Demokratîk Selah El-Dêrî jî anî ziman ku şehîdan bi xwîna xwe axa welat avdan û got: "Ne ji berxwedaniya şehîdan baye, em niha li vir kom nedibûn, banga me ji gelê herêmê re xwedî li şehîdan derketein, dijminên me dixwazin gelê ji hev dûr bixînin û welat wêran bikin. Em ê li heya dawî li geleka hêzên xwe bin."

Bi navê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Yûsif Çaçan, bi navê Saziya Malbatên Şehîdan rêveberê meclisê Wîsal Hezai, Meclisa Xeta Ebû xeşeb Casim El-Tebas û bi navê Meclisa Herêmî ya Dêrazorê Hind El-Cedan axaftin hatin kirin.

Kesên axivîne serasxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza dan ku ew ê li hemberî êrîşên dijber piştgiriyê bidin QSD‘ê, şopandina riya şehîdan hate dayîn.

Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Wefa El-Celal wesîqeyên şehadetê yên şehîdan xwend û radestî malbatên wan hatin kirin.

Girseya gel, cenazeyê şehîdan di nava dirûşmeyan de spartin axê.

ANHA