TEV-DEM`ê êrîşên artêşa Tirk şermezar kirin

TEV-DEM’ê li Helebê êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyê şermezar kirin û destnîşan kir ku civîna çaralî ku li Stanbolê hate lidarxistin, çeteyên DAIŞ`ê ku ber bi tunebûnê ve diçin, ji xwe re zemîn dît û pêwîst e Meclisa Ewlehiyê û civaka navdewletî der barê kiryarên dagirkeran de bê deng nemînin.

TEV-DEM`ê êrîşên artêşa Tirk şermezar kirin
3 mijdar, 2018   13:59

HELEB

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajarê Helebê der barê êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser gundewarên Kobanê û Girê Spî de bi daxuyaniyekê ji raya giştî re, dar û kiryarên dagirkeran şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê endama TEV-DEM`ê Sekîna Çerkes ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û hate destnîşankirin ku armanca wan ji êrîşan ew e ku aramî û ewlehiya li herêmê tevlihev bikin.

Her wiha hate destnîşankirin ku artêşa Tirk a dagirker bi êrîşên li ser xaka Bakurê Sûriyeyê hemû pîvanên exlaqî binpê dike, sivîlan dike hedef û herî dawî zaroka bi navê Sara Rifet Mistefa (6) şehîd bû, her wiha rojnamevanên ajansa me  ANHA`yê dema kiryarên wan dişopandin, birîndar kirin.

Di bedewama daxuyaniyê de hate gotin Erdogan civîna çaralî ya ku li Stanbolê di navbera Rûsya, Almanya, Fransa û Tirkiyetê de hate lidarxistin û bi taybet çûna çeteyên DAIŞ`ê ber bi dawiyê ve ji xwe re zemîn dît û serokê terorîstan Erdogan dixwaze çeteyan ji nû ve vejîne, terorê li Sûriyeyê belav bike û bi awayekî eşkere li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê alîkariyê dide wan.

TEV-DEM`ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li Meclisa Ewlehiyê kir û bi taybet koalîsyon, hikumeta Sûriyeyê, hemû rêxistin û partiyan kir ku li beramberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê deng nemînin û helwestên xwe diyar bikin.

(bx)

ANHA