William Robak serdana nûçegihana me Gulîstan Mihemed kir

William Robak di serdana xwe ya nûçegihana me Gulîstan Mihemed de ku bi guleyên artêşa Tirk birîndar bûbû, got ku ew girîngiya çapemeniyê û rola wan di sekinandina şer de dizanin û destnîşan kir ku dê rastiya heyî ji aliyên pêwendîdar re parve bikin.

William Robak serdana nûçegihana me Gulîstan Mihemed kir
3 mijdar, 2018   12:05

MINBIC

Piştî ku duh sibehê nûçegihanên me Gulîstan Mihemed û Ibrahîm Ehmed li taxa El-Minbetih a rojhilatê bajarê Girê Spî dema ku rewşa taxê dişopand ji aliyê artêşa Tirk hatin hedefgirtin, şêwirmendê sereke yê hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya şerê li dijî DAIŞ`ê yê li Sûriyeyê William Robak serdana nûçegihana me Gulîstan Mihemed kir ku li nexweşxaneyeke taybet li bajarê Minbicê tê dermankirin.

Gulîstan Mihemed ji duh ve li nexweşxaneyê di çavdêriya awarte de ye û rewşa nûçegihanê me Ibrahîm Ehmed baş e.

Robak di serdana xwe de hêvî kir ku Gulîstan Mihemed di demeke nêz de baş bibe û vegere karê xwe û wiha got:"Em baş girîngiya çapemeniyê û rola wê di sekinandina şeran de dizanin, em ê rastiya heyî ji aliyên pêwendîdar re eşkere bikin."

Dewleta Tirk a dagirker ji roja 28`ê Cotmehê ve gelek gundên kantona Kobanê û Girê Spî dike hedefa xwe, ku di encama wê de nûçegihanên me jî birîndar bûn.

Her wiha zaroka bi navê Sara Rifet Mistefa (6) li gundê Til Finder ê rojavayê Girê Spî dema ku ji dibistanê vedigeriya, şehîd xistin.

Di êrîşên Tirkiyeyê de herî dawî 2 şervanên hêzên Erka Xweparastinê yek li Kobanê û yek li Girê Spî şehîd bûn.

(jo)

ANHA