Li Qamişlo sersaxî ji malbatên du şehîdan re hate xwestin

Şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Dêrik û Til Koçberê berê xwe da gundê El-Yûsifiyê û sersaxî ji malbatên 2 şehîdan re xwest.

Li Qamişlo sersaxî ji malbatên du şehîdan re hate xwestin
Li Qamişlo sersaxî ji malbatên du şehîdan re hate xwestin
Li Qamişlo sersaxî ji malbatên du şehîdan re hate xwestin
Li Qamişlo sersaxî ji malbatên du şehîdan re hate xwestin
Li Qamişlo sersaxî ji malbatên du şehîdan re hate xwestin
Li Qamişlo sersaxî ji malbatên du şehîdan re hate xwestin
3 mijdar, 2018   11:49

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer û Dêrikê berê xwe da konê sersaxiyê yê endamê hêzên Erka Xweparastinê Seîd El-Ayid û şervanê YPG`ê Îbrahîm Ebas (Xalid Yûsifiyê) yên di Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûn û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest.

Di merasîmê de yek ji fermandarên YPG`ê Çiya Dêrik axivî û sersaxî ji malbata her du şehîdan re xwest û got ji bo gelê herêmê bi azadî û aramî bijî şervan heta dawiyê li ber xwe didin û di oxira wê de canê xwe feda dikin.

Paşê ji rêveberên Meclisa Til Koçerê Mehmûd El-Sadî berxwedana şervanan di çeperên şer de silav kir û got pêwîst e di pêvajoyeke wisa hesas de asta têkoşîn û berxwedanê zêde bibe da û bi îradeyeke pir xurt li ser rêya şehîdan bimeşin.

Her wiha yek ji rêveberên Kongreya Star Nesrîn Mihemed destnîşan kir ku pêwîst e asta têkoşînê bilind bibe û heta dawiyê li dijî êrîşên dagirkeran li ber xwe bidin.

Di dawiyê de wesîqetên şehadetê yên her du şehîdan hatin xwedin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(bx)

ANHA

2018_11_3_GIREK_MERASEM_SIHEDA