'Êrîşên Tirkiyeyê jiyana hevbeş hedef digirin'

Meclîsa Rizgarkirina Efrînê û welatiyên Efrînê yên di gund û kampên kantona Şehbayê de bi cih bûne bang li civaka navneteweyî kir ku dawiyê li destdirêjiyên artêşa Tirk a dagirker der heqê welatiyên herêma Firatê de bînin û êrîşên Tirkiyeyê li dijî axa Sûriyeyê şermezar kirin.

'Êrîşên Tirkiyeyê jiyana hevbeş hedef digirin'
'Êrîşên Tirkiyeyê jiyana hevbeş hedef digirin'
'Êrîşên Tirkiyeyê jiyana hevbeş hedef digirin'
'Êrîşên Tirkiyeyê jiyana hevbeş hedef digirin'
'Êrîşên Tirkiyeyê jiyana hevbeş hedef digirin'
'Êrîşên Tirkiyeyê jiyana hevbeş hedef digirin'
3 mijdar, 2018   11:12

ŞEHBA

Di çarçoveya helwestên li dijî êrîşa artêşa Tirk a dagirker li dijî welatiyên herêmên Bakurê Sûriyeyê û êrîşa wê li dijî rojnamevanan de, bi sedan welatiyên Efrînê, endamên Meclisa Rizgarkirina Efrînê li Kampa Serdem a kantona Şehbayê kom bûn û êrîşên Tirkiyeyê bi tundî şermezar kirin.

Welatiyan pankartên bi nivîsên ku êrîşa Tirkiyeyê şermezar dikin û bangî civaka navneteweyî dikin da ku destdirêjiyên Tirkiyeyê li dijî Bakurê Sûriyeyê rawestînin, bilind kirin. Welatiyan dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê qîriyan.

Çalakiya li Kampa Serdem bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre daxuyaniyek bi zimanê erebî ji aliyê Mihemed Nehso û bi zimanê kurdî ji aliyê Rizgar Lolo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku beriya çar salan giştî cîhan di nava tirs û xofê de bû ku alên reş li gelek herêmên Sûriyeyê hatin bilindkirin û herêma Kobanê dorpêç kir. Li hemberî vê yekê şervanên YPG'ê û YPJ'ê parastina Kobanê û rizgarkirina herêmê li şûna giştî cîhanê girt ser milên xwe û berxwedaneke dîrokî li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê da meşandin. Her wiha 1'ê Mijdarê wek Roja Kobanê ya Cîhanê ya piştgiriya bi berxwedana Kobanê re hate pênasekirin. Di salvegera çaremîn a vê rojê de artêşa Tirk a dagirker bi armanca zexta li ser DAIŞ'ê ku li rojhilatê Firatê li ber bidawîbûnê ye, kêm bike êrîşî welatiyên Bakurê Sûriyeyê dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşa Tirkiyeyê piştî lûtkeya çaralî ya di navbera Rûsya, Tirkiye, Almanya û Fransayê de pêk hat û ev yek nîşan dide ku bi erêkirina van aliyan Tirkiye êrîşên xwe dide meşandin. Her wiha Tirkiye bi van êrîşên xwe hewl dide tevliheviyê di navbera pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê de derxe.

Hate destnîşankirin ku armanca sereke ya êrîşa Tirkiyeyê ew e ku projeya neteweya demokratîk ku pêkhateyên herêmê dane destpêkirin, têk bibe.

Meclisa Rizgarkirina Efrînê di dawiya daxuyaniyê de bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî van destdirêjiyên artêşa Tirk li dijî welatî û rojnamevanên Bakurê Sûriyeyê bi tundî şermezar kir û wiha got: "Ev bêdengiya civaka navneteweyî serpêhatiya Efrînê dema ku rastî êrîşa Tirkiyeyê û komên çete yên girîdayî wê dihat, tîne bîra mirov. Divê gelê me li hundir û derve berxwedana xwe li dijî van destdirêjiyên dewleta Tirk berdewam bike.”

ANHA