Alîkarî dê îro derbasî kampa El-Rikban bibe

Amerîkayê biryar da ku îro alîkariyeke nû ji bo gihandina alîkariyên mirovî  li kampa El-Rikban a başûrê Sûriyeyê re bişîne.

Alîkarî dê îro derbasî kampa El-Rikban bibe
3 mijdar, 2018   10:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku roja înê kamyona alîkariyê negihaşt kampa nêzî qayîda Tenif a Amerîkayê, serokê Buroya Karên Sivîl li kampa El-Rikban a başûrê Sûriyeyê Ebdullah El-Eqibe got Neteweyên Yekbûyî ji wan re gotiye îro alîkarî dê bigihîje ber destê wan.

Hêzên rêjîma Sûriyeyê ji 4`ê Mijdara 2017`an ve kamp dorpêç kiriye û nahêle alîkarî û pêdiviyên tenduristiyê derbasî wir bibin. Rêveberiya kampê jî bang dike ku alîkariya zêdetirî 50 hezar kesên tê de bike, ku rewşa mirovî tê de zehmet e û zêdetirî 12 kesan di nav de zarok, jiyana xwe ji dest daye.

Fermandariya Leşkerî ya Navendî ya Amerîkayê Rûsya hişyar kir ku nahêle alîkariyên mirovî ji kampa El-Rikban a koçberan re biçin. Nûnerê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Ben Urban di daxuyaniyekê de wiha got: "Rûsyayê careke din qebûl nekir ku alîkariya mirovî ya navdewletî ji kampa El-Rikban a koçberan re bişîne, tevî ku Amerîkayê tedbîrên ewlekariyê girtine."

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Igor Konaşnîkov got mekanîzmaya gihandina alîkariyan di 27`ê Cotmehê de hatibû plankirin, lê nehat şandin ji ber ku êrîş li ser herêma ku hêzên Amerîkayê kontrol kiriye, pêk hat. Konaşnîkov wiha got: "Karesteke mirovî li herêma Tenif a Sûriyeyê ku di bin kontrola Amerîkayê de ye, pêk tê. Armanc jê ku koçberên El-Rikban bibin şervanên di bin kontrola Amerîkayê de."

(jo)